Bihayê benzînê careke din tê zêdekirin

22-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Benzîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor çavkaniyên sektora sotemeniyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja Duşemê careke din bihayê benzînê 2 lîre tê zêdekirin û bihayê lîtreyek benzînê 36 lîreyên Tirkî derbas dike.

Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî û bilindbûna rêjeya faîzê ji 15 bo 17.5an careke din bihayê sotemeniyê jî tê zêdekirin.

Li gor çavkaniyên sektora sotemeniyê ji şeva Duşemê 24ê Temûza 2023an û pê ve bihayê lîtreyek benzînê bi zêdekirina 2 lîreyan derdikeve 36.05 lîreyên Tirkî.

Piştî vê zêdekirinê bihayê lîtreyek benzîn li Stenbolê dibe 36.05 lîre, li Enqerê 36.53 lîre û li Îzmîrê jî derdikeve 34.53 lîreyên Tirkî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê di nav 2 mehan de bihayê benzînê %82 hatiye zêdekirin û bihayê motorînê jî bi heman awayî zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst