Li çend bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê agir bi daristanan ket

16-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê agir bi daristanan ket û bi dehan hektar daristan şewitîn.

Li navçeya Belen ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê agir bi daristanê ket, tîmên Berevaniya Şaristanî ji hewa û bejahiyê ve hewil didin agir vemirînin.

Li gor agahiyan, demjimêr 14:30 deqa li nêzîkê gundê Soğukoluk ser bi navçeya Belen a Hatayê agir bi daristanê ketiye û her ku diçe agir berbelav dibe.

Li ser agahdarkirinê 21 helîkopter, 9 firoke û 375 karmendên tîmên Berevaniya Şaristanî bo cihê bûyerê hatine şandin da ku agir vemirînin. Her wiha helîkopterên serbazî jî bo vemirandina agir alîkariya tîman dikin.

Ji ber agir, li navçeya Antakya ku 40 kîlometreyî ji wî agirî dûr e ezmanê bajêr bi dû girtiye.

Parêzgarê Hatay Mustafa Musatli ragihand ku  agirê li nêzîkî Sogukoluk pêketî tîmên agirvemirandinê ji hewa û bejahî ve hewl didin vemirînin. Ji bajarên derdorê jî alîkarî xwestine. Gundên ku li nêzîkî cihê agir hatine valekirin.

Her wiha li nêzîkî gundê Kavakolugu ser bi navçeya Gulnar a parêzgeha Mersînê ji ber sedemek nayê zanîn agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê 3 helîkolpter, tîmêne Berevaniya Şaristaniyê bo cihê bûyerê hatine şandin. Tîm ji hewa û bejahî hewil didin agir vemirînin.

Di heman demê de li gundê Çinar ser bi navçeya Musbeylî ya parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê jî agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêvebriya Karûbarên Daristanan û Berevaniya Şaristanî bo cihê bûyerê hatin şandin. Bi hevkariya welatiyan piştî demekê agir hat vemirandin. Lê encama wî agirî de 5 donim zevî şewitî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst