Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi vebûna bazarên cîhanê re, bihayê onseke zîv 79 sentan ango ji sedî 1,33 zêde bû û onsa zîv bi 57,20 dolaran hat kirîn û firotin.
Ev asta herî bilind a bihayê zîv e ku di dîrokê de hatiye tomarkirin.
Îro berê sibehê heta 57,80 dolarî jî derketibû.
Niha kîloya zîv jî bi hezar û 839 dolaran e.
Îna borî jî beriya girtina bazaran zîv nêzîkî ji sedî 6an biha bûbû.
Bi îro re 6 roj in li ser hev bihayê zîv bilind dibe.
Ji serê îsal ve heta niha, bihayê zîv zêdetirî ji sedî 98an zêde bûye.
Sedema sereke ya vê bilindbûna mezin tirsa kêmkirina derxistina zîv a li bazarên cîhanî ye.
Îhtimala kêmkirina rêjeya faîzê jî sedemeke din e.
Kêmbûna rezervên zîv ên li Çînê jî sedema sereke ya bihabûna zîv e.
Li gorî amarên Borsaya Şangayê ya ji bo peymanên paşerojê, rezervên zîv ên li depoyên wê borsayê daketine asta herî nizm a 10 salên dawî.
Her wiha bandora bihabûna zîv li ser bazarên Asya û Awistralyayê jî derket holê.
Îro pişkên şirketên hilberîna zîv û sifir bilind bûn.
Pişkên şirketa "Sun Silver"ê ji sedî 19 û yên şirketa "Silver Mines"ê jî ji sedî 12 zêde bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse