Piraniya Kurdên li diyasporaya Ewropayê kirêçî ne

02-08-2025
Hêmin Ebdullah
Nîşan Ewropa Kireya Xaniyan
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) -  Piraniya Kurdên li diyasporaya Ewropayê kirêçî ne.

Dibe ku hûn dixwazin bizanibin cudahiya kirêya xaniyan li welatên Ewropayê çi ye.

Daneyên fermî yên Yekîtiya Ewropayê nîşan didin ku di nav 5 salên borî de ango ji sala 2020an heta 2025an bi awayekî navincî kirêya xaniyan li Ewropayê bi rêjeya ji sedî 27,3 zêde bûye.

Ango nêzîkî sêyeka nirxê berê zêde bûye.

Bi taybetî jî li bajarên mezin û cihên ku kar lê zêde ye, kirêya xaniyan zêdetir bûye.

Li gorî van daneyan, kirêya apartmaneke ku 3 odeyên razanê lê hene, li bajarê Atînayê nêzîkî 1100 euroyan e, li cihekî nola Londonê heman apartman bi 5100 euroyan e.

Ji bilî Londonê, li bajarên wekî Amsterdam, Cenev û Zurîhê jî nirxê apartmanên bi 3 odeyên razanê digihîje 3800 euroyî.

Li bajarên Stockholm, Berlîn û Frankfurtê heman apartmanên bi 3 odeyên razanê kirêya wan erzantir e û bi qasî 2500 euroyî peyda dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst