Hewlêr (Rûdaw) - Ewropa vê havînê yek ji serdemên xwe yên herî germ a dîrokî derbas kir û lêkolîneke nû bandorên wêranker ên pêlên hewaya germ radixe ber çavan.
Li gorî raporeke ji aliyê pisporên avhewayê ve hatiye amadekirin di navbera hezîran û tebaxê de li Ewropayê zêdetirî 16 hezar û 500 kes ji ber germahiya bilind mirine.
Mirinên veşartî derketin holê
Pispor diyar dikin ku sedemên mirinê yên li nexweşxaneyan bi giştî bi pirsgirêkên din ên tenduristiyê yên wekî têkçûna dil, nexweşiyên rêyên bêhnvedanê yan nexweşiyên din ên kronîk ve tên girêdan, ev yek jî hejmara rastîn a mirinên ji ber germê vedişêre.
Tîma lêkolînê, bi karanîna modelek nû ya avhewayê ya ku ji aliyê pisporên Brîtanyayê ve hatiye bipêşxistin, eşkere kir ku bi bandora germbûna global, germahî li 854 bajarên Ewropayê bi navînî 2,2 pileyên Celsius bilindtir bûye.
Ev rewşê jî bi texmînî bûye sedema mirina 16 hezar û 500 kesî.
"Texmîn nêzîkî rastiyê ne"
Yek ji amadekarên lêkolînê Friederike Ottoyê di civîneke çapemeniyê de got, "Her çend niha ne mimkûn e ku em bigihîjin statîstîkên rastîn, ev texmîn gelekî nêzîkî rastiyê ne."
Lêkolînerê zanistî yê Zanîngeha Readingê Akshay Deoras jî bal kişand ser giraniya rewşê û got:
"Ev lêkolîna nû fikara ku dibe ku hejmara rastîn a mirinan hîn jî zêdetir be, zêde dike."
Bajar û koma temenê ya herî zêde bandor lê bûye
Bajarên ku herî zêde ji pêla hewaya germ bandor bûne jî hatin diyarkirin.
Romaya paytexta Îtalyayê, bi texmîna 835 mirinan di serê lîsteyê de ye, li pey wê Atînaya paytexta Yunanistanê bi 630 mirinan û Parîs bi 409 mirinan tên.
Lêkolînê nîşan da ku piraniya mirinan, ango ji sedî 85ê zêdetir, di nav kesên ji 65 salî mezintir de çêbûne.
Vê rewşê careke din îsbat kir ku nifûsa kal û pîr li hemberî pêlên hewaya germ bêhtir lawaz e.
"Pêla hewaya germ kujerê bêdeng e"
Yek ji lêkolînerên ku beşdarî raporê bûye Garifalos Konstantinoudis jî got:
"Zêdebûna germahiyê metirsiyê çêdike. Ji ber vê yekê pêlên hewaya germ wekî 'kujerê bêdeng' tên naskirin."
Vê havînê ku wekî çaremîn havîna herî germ a tomarkirî ye, careke din tekez kir ku divê Ewropa di têkoşîna li dijî krîza avhewayê de gavên lezgîn bavêje.
Pispor hişyarî didin ku dibe ku pêlên hewaya germ ên paşerojê hîn tundtir û pir caran rû bidin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse