Ewropa dixwaze koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vegerîne

08-11-2025
Hêmin Ebdullah
Nîşan Ewropa Penaber Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmetên Ewropayê dixwazin koçberên ji Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê vegerînin.

Li seranserê Yekîtiya Ewropayê (YE), dengên ji bo vegerandina koçberên ji Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê bilind dibin.

Almanya bi awayekî eşkere daxwaza dersînorkirinê dike û Danîmarka jî polîtîkayeke teşwîqkirina darayî ji bo vegerê dimeşîne.

Tê payîn ku ev mijar di serdana serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şer a ji bo Berlînê de bibe rojeva sereke.

Almanya: Di navbera daxwazên siyasî û rastiya li erdê de

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz bi eşkereyî dibêje ku divê ew koçberên ku biryara dersînorkirina wan hatiye dayîn, werin vegerandin.

Lê belê, daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, piştî serdana wî ya ji bo Sûriyeyê, di nava hikûmetê de bûbû sedema nîqaşan.

Johann Wadephulê ji Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU), piştî dîtina wêraniya li hin deveran, gotibû ku vegerandin zehmet e ji ber ku "ne pêkan e mirov karibin li cihekî wisa jiyaneke hêja bijîn."

Lê Merz û berpirsên din bi lez bersiv da û tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina vegerandinê kirin.

Biryarên dadgehan rê vedikin

Di heman demê de, biryarên dadgehan jî rê ji bo vegerandinê vedikin.

Dadgeheke li Dusseldorfê biryar da ku vegerandina welatiyên Sûriyeyî (bi hin mercan) mimkun e û herêmên Şam û Laziqiyê wek herêmên "ne ewqas metirsîdar" bi nav kir.

Berê jî di meha Îlonê de, dadgeheke bajarê Kolnê derbarê koçberekî ji parêzgeha Hisîçayê biryareke bi heman rengî dabû.

Polîtîkayeke cuda ya Danîmarkayê: Veger bi teşwîqa darayî

Danîmarka bi polîtîkayeke cuda hewl dide koçberên ji Rojava û Sûriyeyê vegerîne.

Ew bi dayîna pereyan hewl dide wan teşwîq bike ku bi dilxwazî vegerin.

Rojnameger û nivîskarê Kurd-Danîmarkî Denîz Sirinci ji Diyasporayê re ragihand ku partiyên Danîmarkî, nemaze piştî ragihandina ewlehiyê li hin deverên Sûriyeyê, daxwaza vegerandina penaberan dikin.

Li gorî Sirinci, li Danîmarkayê nêzîkî 45 hezar penaberên Sûriyeyê hene û di nav wan de derdora 5 hezar kes Kurd in.

Ev hejmara mezin a penaberan bûye sedem ku Danîmarka di warê entegrasyonê de bikeve bin zexteke mezin.

Rastî û gotin ji hev cuda ne

Lê belê, Sirinci amaje bi wê yekê dike ku siyaseta vegerandinê di pratîkê de bi qasî ku tê axaftin ne hêsan e.

Wî got, "Hejmara penaberên ku hatine vegerandin pir kêm e û ew hejmara 27 hezarî ya ku tê gotin ne rast e."

Ew diyar dike ku partiyên siyasî zêdetir ji bo armancên siyasî li ser vegerandinê diaxivin lê di rastiyê de gelek astengî li pêşiya vê planê hene.

Rewşa Kurdan li Danîmarkayê

Denîz Sirinci herwiha behsa rewşa Kurdên Rojava li Danîmarkayê kir û got ku li gorî Almanyayê, rewşa entegrasyona wan ne di heman astê de ye û wiha domand:

"Bi giştî rewşa Kurdên Sûriyeyê li Danîmarkayê cuda ye. Beşeke mezin ji ciwanan di xwendin û kar de serkeftî bûne lê beşeke din bi bêkariyê re rû bi rû mane û hêj negehiştine asta pêwîst a pêkvejiyanê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst