Îraqê di mehekê de bi 8,3 milyar dolaran petrol firotiye

03-01-2024
Nîşan Petrol Îraq SOMO Firotin Amar Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Wezareta Petrolê ya Îraqê meha borî 108 milyon bermîl petrol firotiye û dahata wê ya ji vê firotinê bi ser 8,3 milyar dolaran ketiye.

Wezareta Petrolê ya Îraqê amarên firotina petrolê û dahata petrolê yên meha borî (Kanûna Pêşîna 2023yan) eşkere kirin.

Li gorî amarên SOMOyê ku kompanyayeke firotina petrola xav e, Îraqê meha borî 108 milyon û 56 hezar û 590 bermîl petrol firotiye.

Dahata Îraqê ya ji vê petrolê jî gihiştiye 8 milyar û 316 milyon dolaran.

Wezareta Petrolê ya Îraqê destnîşan kir ku meha borî ji parzûngehên başûr û naverastê Îraqê 107 milyon û 592 hezar û 532 bermîl petrol hatiye firotin.

Herwiha Îraqê 464 hezar û 58 bermîl petrol firotiye Urdinê.

Îraqê rojane 3 milyon û 486 hezar bermîl firotiye û her bermîlê petrolê di zik hev de bi 76,96 dolaran hatiye firotin.

Li aliyê din SOMOyê destnîşan kir ku Îraqê Çiriya Paşîna 2023yan 102 milyon û 975 hezar û 782 bermîl petrol firotiye û dahata wê ya ji vê petrolê gihiştiye 8 milyar û 512 milyon dolar.

Îraqê meha Çiriya Paşîna 2023yan 3 milyon û 433 hezar bermîl petrol firotiye û bihayê her bermîlekî petrolê 82,66 dolar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst