ENQERE - Çînê mohra xwe li pêşangeha amûr û makîneyan da

06-05-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
15emîn Pêşenhega Nêvdewletî ya Amûr, Makine û Tekonojiyê
15emîn Pêşenhega Nêvdewletî ya Amûr, Makine û Tekonojiyê
Nîşan Tirkiye Pêşangeh Amûr Makîne Teknolojî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) Li Tirkiyê her çend ji ber cîgîr nebûna asta pareyên biyanî kerta avedankirnê di kirîzê deye lê her sal teknolojî û makîneyên nû di vê kertê de têne bikar anîn. Di Pêşangeha Teknolojî û Makîneyan de gellek makîne û amûrên nû yên kerta bînasazîyê derketin pêşîya karsazan.

 

15emîn Pêşenhega Nêvdewletî ya Amûr, Makine û Tekonojiyê yên sektora avadansaziyê (KOMETEK) li Enqereyê bi rê ve diçe.

 

Di pêşngeha îsal de nêzikî 550 kompanyayên ji nav Tirkiyê û dervey Tirkiyê beşdar bûn.  Sporserî û piştgriya pêşengehê ji aliyê  Wezareta Aborî ya Tirkiyê, Yeketiya Jorên Bazirganiyên Tirkiyê û çedn rêkxistinên din ve hate kirin .

 

Rêveberê Pêşengehê Yusuf Akyel got; “Ya rastî me evqas hêvî nedikir. Pêşengeh gellek baş derbas dibe. Qelabalixekê baş hebû. Em hêvî dikin ku pêşangeha  me ji bo aboriya Tirkiyê jî baş be. Di pêşengehê de ji bo her sektorekî gellek amûrên teknolojîk hene.”

 

Di pêşengeha îsal de bi tevî çend welatên cihanê, rengekî cuda ya kompanayên çînê hebû, ku xwediyên wan kompanyayan dibêjin çîn êdî di berhemînan makîne û teknojiya avadansaziyê de bûye hêzeke cihanî

 

Berpirsê Kompanyaya Çînî Chao Wang diyar kir; “Li gorî min di heyama 2 rojan de beşdarbûna xelkê ne weke ya dihate hêvîkirin, bû. Lê belê ji duh ve xelk zêdetir serdana vê derê dikin.”

 

Herwiha karsaz Salîh Yalçin jî got; “Çîn êdî ne Çîn a berê ye. Hêzeke baş a Çînê heye. Nifûsa wê genc e û dikare karîger be li ser aboriya cihanê. Çîn welatekî zindî ye lê Ewropa êdî mandî bûye û her tişt xilas bûye.”

 

Pêşangeha KOMATEK di astê Rojhilata Navîn de  weke mezintirîn pêşengeha teknojolî û makineyan  tê zanîn û herwiha di asta cihanê de jî qedrekî mezin yê vê peşengehê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst