Li Rojavayê Kurdistanê dolarekî Amerîkî bi 8500 lîreyên Sûriyê ye

06-05-2023
Hisên Omer
Lîreya Sûriyê her diçe nirxê xwe bêtir winda dike
Lîreya Sûriyê her diçe nirxê xwe bêtir winda dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bihayê dolar gihîştiye derdora 8500 Lîreyên Sûrî. Bihabûna nirxê dolar li hember Lîreya Sûrî bandoreke rasterast li ser bihayê tevahiya keresteyan li bazaran dike û di encamê de, barê jiyanê li ser welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê giran dibe.

Bihayê Dolar, li navçeyên hikûmeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser û bakurê rojavayê Sûriyê ku di destê Heyeta Tehrîr el-Şam de ye cuda ye.

Îro Şemiyê 6ê Gualan 2023yan li Şamê 1 dolarê Amerîkî bi 8325 lîreyê Sûrî tê kirîn û bi 8425 lîreyan tê firotin.  Li Heleb 1 dolar bi 8375 lîreyên Sûrî tê kirîn û bi 8475 lîreyên Sûrî tê firotin. Li Îdlibê 1 dolar, bi 8450 lîreyên Sûrî tê kirîn û bi 8500 lîreyên Sûrî tê firotinî

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jî 1 dolarê Amerîkî, bi 8470 lîreyên Sûrî tê kirîn û bi 8520 lîreyên Sûrî tê firotinî

Şemdîn Nebî, çalakvanê kurd ji bajarê Qamişlo ji Rûdawê re da zanîn ku bihayê hin keresteyan bi rêjeya 300% zêde û daxwaz kir ku çavdêrî li bazaran bê kirin.

Aborînasên ku çavdêriya bazarên Rojavayê Kurdistanê dikin dibêjin ku dema bihayê Dolar li hember lîreya sûrî bilind dibe, bazirgan nirxê keresteyan bilind dikin, lê dema ku bihayê Dolar li hember lîreya sûrî dadikeve, bihayê keresteyan her bilind dihêlin.

Çalakvanê kurd ji bajarê Qamişlo Şemdîn Nebî ji Rûdawê re da zanîn ku bihayê hin keresteyan bi rêjeya %300 zêde û daxwaz kir ku çavdêrî li bazaran bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst