Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot biha dibe

06-11-2025
RÛDAW
Nîşan Mazot Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tê payîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot ji îşev pê ve bi qasî 2 lîre û 7 qurişan biha bibe.

Ji ber guherînên di bihayê petrolê û bilindbûna bihayê pereyên biyanî de, sotemenî careke din biha bû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên sektora sotemeniyê, ji sibe û pê ve dê lîtreya mazotê 2 lîre û 7 qurişan biha bibe.

Li aliyê Ewropayê yê Stenbolê lîtreya mazotê niha bi 55,47 lîreyan tê firotin.

Bihayên benzîn, mazot û LPGyê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê wiha ne:

Stenbol, aliyê Ewropayê

  • Bihayê lîtreya benzînê: 53,64 lîre
  • Bihayê lîtreya mazotê: 55,47 lîre
  • Bihayê lîtreya LPGyê: 27,71 lîre

Stenbol, aliyê Anadoluyê

  • Bihayê lîtreya benzînê: 53,47 lîre
  • Bihayê lîtreya mazotê: 55,33 lîre
  • Bihayê lîtreya LPGyê: 27,08 lîre

Enqere

  • Bihayê lîtreya benzînê: 54,50 lîre
  • Bihayê lîtreya mazotê: 56,50 lîre
  • Bihayê lîtreya LPGyê: 27,60 lîre

Îzmîr

  • Bihayê lîtreya benzînê: 54,84 lîre
  • Bihayê lîtreya mazotê: 56,77 lîre
  • Bihayê lîtreya LPGyê: 56,82 lîre

Divê were gotin ku mazot hefteya borî jî bi qasî 3 lîreyan biha bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst