Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku zêr roja sêşemê 3700 dolar derbas kir îro ji ber bilindbûna bihayê dolar hinek ji qezencên xwe winda kirin.
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê onseke zêr bi nêzîkî 3680 dolarî tê firotin.
Roja sêşemê bihayê onseke zêr gihîştibû nêzîkî 3703 dolaran.
Zêr îro di peymanên paşerojê de bi 3716 dolarî tê firotin.
“Ji ber daketina dolar pêk hat”
Şirovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser mijarê ragihand:
"Gihiştina zêr a asta 3700 dolarî ji ber daketina dolar pêk hat, dibe ku ji niha û pê de Banka Navendî ya Amerîkayê ber bi kêmkirina faîza bankê ve here.
Her çend îro bihayê zêr ji ber pêvajoya komkirina qezencê ya ji aliyê bazirganan ve daketibe jî eger tona dengê Banka Navendî ya Amerîkayê bi awayekî be ku amaje bi kêmkirina faîza bankê bike, bi îhtimaleke mezin bihayê zêr dikare asteke nû ya bilindbûnê tomar bike."
Sindoqa herî mezin a veberhênana li zêr a ku bi navê “SPDR” tê naskirin, ragihandiye ku rezerva zêr a sindoqê bi rêjeya ji sedî 0,32 zêde bûye û gihîştiye 979,95 tonan ku ev jî nîşanek e ji bo zêdebûna daxwaza li ser madenê zer.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse