Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku roja sêşemê bihayê zêr rekorek şikand û gihişt nêzîkî 3790 dolaran, îro ji ber ku hilberîneran dest bi komkirina qezencên xwe kir, bihayê zêr hinekî daket û onseke zêr bi 3766 dolaran tê firotin.
Bihayê onseke zêr di paymanên paşerojê de yên ku dê meha kanûna peşîn bên radestkirin de 3785 dolar e.
"Divê em bi hişyarî biryarê bidin"
Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell roja sêşemê ragihand ku divê bank di civîna xwe ya bê de li ser faîzê bi hişyarî biryarê bide û hewl bide di navbera kontrolkirina enflasyonê û teşwîqkirina bazara kar de hevsengiyê biparêze.
"Zêr dê dîsa biha bibe"
Şirovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Oandayê Kelvin Wong got:
"Ji aliyê teknîkî ve bihayê zêr gelekî bilind bûye, ev yek jî bûye sedem ku bazirgan qezencên xwe kom bikin."
Daxuyaniyên Jerome Powell jî zextê li ser bihayê zêr dikin.
Dibe ku em îro di bihayê zêr de daketineke kêm bibînin lê berê zêr ê demdirêj û demkurt hîn jî ber bi jor ve ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse