Tirkiye: Dolarê Amerîkî ber bi 39 lîreyan ve diçe

09-05-2025
RÛDAW
Nîşan Dolarê Amerîkî Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazara Stenbolê nirxê lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî daket û dolarekî Amerîkî bi rêjeya ji sedî 0,3ê zêde bû û bi 38,75 lîreyan tê firotin.

Pêşhatên siyasî yên Tirkiyeyê û nearamiya bazara cîhanê daketina nirxê lîreyê Tirkî berdewam dikin.

Îro li bazara Stenbolê dolarekî Amerîkî gihîşte 38,72 lîreyan ku doh bi 38,63 lîreyan bû û euro jî bi 43,58 lîreyên Tirkî tê firotin.

Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê meha borî biryara xwe ya faîzê eşkere kiribû û rêjeya faîzê ji sedî 42,5an ji bo ji sedî 46 zêde kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst