Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Polîsê Petrol û Gazê li Herêma Kurdistanê ragihand, wan grûpek 3 kesî li nahyeya Quştepe ya Hewlêrê desteser kirine ku dixwestin ji boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê petrolê bidizin.
Di daxuyaniyekê de Rêveberiya Polîsê Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê duh Çarşembê 9ê Sibata 2022an di daxuyaniyekê de ragihandiye, “Sibeha roja 9ê Sibata 2022an di demjimêr 1:30an de hêzên me karîn grûpeke dizîna petrolê û kunkirina boriya petrola Herêma Kurdistanê li sînorê parêzgeha Hewlêrê-Nahyeya Quştepe- gundê Doleze desteser bikin.”
Li gor daxuyaniyê, “Tawanbar rasterast di dema encamdana tawanê de hatine desteserkirin ku ji 3 kesên bi eslê xwe Kurd pêk tên, herwiha dest bi ser otomobîleke tanker a ji corê SCANIA ya bi plaka Iraq-Silêmanî de hat girtin.”
Polîsê Petrol û Gazê dibêje, wan kesan boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê li nêzîk gundê Doleze ya Quştepe kun kiribûn û bi sondeyekê petrol li tankerê bar kiribûn.
Di daxuyaniya xwe de Polîsê Petrol û Gazê destnîşan kiriye, “Em hemwelatiyên Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku hêzên me herdem di amadebaşiyê de ne ji bo rêgirtin ji dizîna çavkaniyên dahat û çavkaniyên aborî yên Herêma Kurdsitanê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse