Herêma Kurdistanê hêk û mirîşkan difiroşe Îraqê

11-09-2025
RÛDAW
Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Hîwa Elî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Hîwa Elî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hîwa Elî Mirîşk Hêk Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Hîwa Elî ragihand ku Herêma Kurdistanê di hilberîna goştê mirîşkan û hêkan de ne tenê gihiştiye asta xwetêrkirinê, her wiha berhemên zêde hinardeyî bazarên Îraqê jî dike.

Hîwa Elî her wiha diyar kir ku plana wan heye ku hinardeyî welatên Kendavê jî bikin û anî ziman ku armanca wan a sereke ew e ku di goştê sor û berhemên şîr de jî bigihîjin heman astê.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Hîwa Elî beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û behsa sektora çandiniyê û ajeldariyê kir.

“Hilberîna me nêzîkî du qatên pêdiviya navxweyî dibe”

Hîwa Elî got, “Sektora ajeldariyê yek ji sektorên herî girîng e ji bo curbicurkirina aboriya Herêma Kurdistanê.

Di warê pîşesaziya mirîşkan de gavên gelekî mezin hatine avêtin, wekî mînak pêdiviya me ya salane bi 150 hezar ton goştê mirîşkê heye lê niha em zêdetirî 280 hezar tonî berhem tînin.

Ev jî tê wê wateyê ku em nêzîkî du qatên pêdiviya navxweyî dibin.”

Hîwa Elî her wiha eşkere kir ku di hejmara projeyên hilberîna hêkan de jî pêşketineke mezin çêbûye û got:

“Di kabîneyên berê de tenê 11 projeyên hilberîna hêkan hebûn lê tenê di vê kabîneyê de destûr ji 44 projeyên nû re hatiye dayîn û hejmara giştî ya projeyan gihiştiye 55an.

Vê yekê jî wiha kiriye ku ji bilî dabînkirina hemû pêdiviyên navxweyî, em beşeke mezin a berhemên xwe hinardeyî bajarên Îraqê bikin.”

Hîwa Elî ji bo parastina berhemên navxweyî got, “Li gorî yasaya parastina berhemên navxweyî û salnameya çandiniyê, hawirdekirina goştê mirîşkê û hêkan bi her awayî qedexe ye, da ku em piştgiriyê bidin berhemhênerên xwe.”

Du armancên stratejîk ên paşerojê

Hîwa Elî derbarê sektorên din jî ragihand ku plana wan heye ku di hilberîna goştê sor û berhemên şîr de bigihîjin asta xwetêrkirinê û got:

“Niha em nêzîkî ji sedî 50 heta 55ê pêdiviya navxweyî ya goştê sor û berhemên şîr dabîn dikin û yên din tên hawirdekirin.

Lê çendîn projeyên mezin û stratejîk destûr wergirtine û hemû hêsanî ji wan re tên kirin da ku di salên pêş de em di van her du sektoran de jî bigihîjin asta xwetêrkirinê.”

“Em piştgiriyeke berfireh didin hilberîneran”

Hîwa Elî tekezî li ser wê yekê kir ku Wezareta Çandiniyê piştgiriyeke tam dide xwediyên projeyan û gelek hêsaniyan ji wan re dike û wiha pê de çû:

“Hemû ew yasa û rênimayên ku rûtîn tê de hebû hatine sererastkirin. Her wiha efûya gumrikê ji bo hemû kelûpel û pêdiviyên çandiniyê yên ku tên hawirdekirin hatiye kirin.

Ji bilî vê, bi hevahengiya bi Wezareta Karebayê re, heqê karebayê ji bo projeyên çandiniyê tê kêmkirin.”

Berdevkê Wezareta Çandiniyê herwiha da zanîn ku wan daxwaz ji hemû saziyên hikûmetê kiriye ku pişta xwe bi berhemên navxweyî girê bidin û got:

“Me bi fermî daxwaz ji Encumena Wezîran û hemû wezaretan, bi taybetî Wezareta Pêşmerge û ya Navxwe kiriye ku peymanên xwe yên bi kompanyayên biyanî re betal bikin û pêdiviyên xwe yên goşt, mirîşk, hêk û şîr ji projeyên navxweyî bikirin, ji ber ku şiyana berhemanîna navxweyî gelekî ji wê zêdetir e.”

“Bazarên nû ji Îraqê heta welatên Kendavê”

Berdevkê Wezareta Çandiniyê eşkere kir ku ew di hewleke berdewam de ne ji bo dîtina bazarên nû ji bo berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û got:

“Hevahengiya me berdewam bi Wezareta Çandiniyê ya Îraqê re heye da ku derî li ber berhemên me vekirî bin.

Kalîteya berhemên me gelekî baştir e û daxwazeke zêde li ser heye. Di heman demê de, em bi nûnerên odeyên bazirganiyê yên welatên wekî Îmaratê re li ser xetê ne û wan bi xwe daxwaz kiriye ku di pêşerojeke nêzîk de berhemên ajalvanî û pîşesaziya çandiniyê ya Herêma Kurdistanê hinardeyî welatên wan bê kirin.”

Li gorî rapora dawî ya Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê ku hefteya borî hatibû belavkirin, hejmara giştî ya ajalvaniyê li Herêma Kurdistanê ji sala 2014an heta 2024an sal bi sal zêde bûye.

Eger em sala 2024an û 2023yan bidin ber hev, hejmara ajalan ji sedî 11 û proje jî ji sedî 4 zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst