Banka Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê careke din kêm kir

11-09-2025
RÛDAW
Nîşan Faîz Banka Navendî ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyeyê di civîna xwe ya meha Îlonê de rêjeya faîzê careke din kêm kir û ji sedî 43yan daxist ji sedî 40,5an.

Komîteya Polîtîkaya Pereyan a Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Serokê Banka Navendî Fatîh Karahan civiya.

Di civînê de Banka Navendî ya Tirkiyeyê biryar da ku rêjeya faîzê 250 xalên bingehîn kêm bike û bi vê yekê rêjeya faîzê ji ji sedî 43yan daxist ji sedî 40,5an.

Beriya niha di civîna Tîrmehê de Banka Navendî rêjeya faîzê 300 xalên bingehîn kêm kiribû û rêjeya faîzê ji ji sedî 46an daxistibû ji sedî 43yan.

Li gorî aborînasan, piştî vê biryarê dê nirxê diravên biyanî û zêr bilind bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst