Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump rexne li Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) girt ku faîz bi têra xwe kêm nekiriye û got, "Diviyabû kêmkirin herî kêm du qatan zêdetir bûya."
Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara kêmkirina 25 puanan a faîza polîtîkayê ya Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) kêm dît û rexne kir.
Donald Trump li Koşla Spî di civîneke li gel karsazan de, dîsa Serokê Banka Navendî Jerome Powell rexne kir.
Trump, îdia kir ku tevî şert û mercan Powell gavên pêwîst neavêtine.
"Diviyabû du qatan zêdetir bûya"
Trump behsa biryara kêmkirina faîzê kir û got, “Diviyabû herî kêm du qat zêdetir bûya."
Di civînê de hat bibîrxistin ku dema wezîfeyê ya Jerome Powell meha Gulanê ya 2026an diqede.
Trump pirsa, "Gelo hûn bi namzedan re dicivin ka kî dê şûna Powell bigire?" bersivand û got ku ew dê îro bi endamê berê yê Birêvebiriya Banka Navendî Kevin Warsh re bicive.
Trump li ser vê mijarê jî wiha axivî:
"Ez dizanim li çi digerim. Ez li kesekî digerim ku di derbarê rêjeyên faîzê de rastgo be.
Ez tenê rastgoyiyê dixwazim, divê rêjeya faîza me pir kêmtir be. Divê rêjeya faîza me ya herî nizm a cîhanê be."
FEDê piştî civîna dawî ya Komîteya Bazara Vekirî ya Federal (FOMC) a salê, rêjeya faîza polîtîkayê bi 25 puanan kêm kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse