Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro di roja yekem a vebûna bazarên cîhanê ya vê hefteyê de rekoreke nû şikand û onsa zêr gihişt nêzîkî 4 hezar û 600 dolaran.
Ev cara ewil e ku bihayê zêr digihîje vê astê.
Sedema bihabûna zêr kûrbûna metirsiyên jeopolîtîk û egerên kêmkirina faîza bankê ye.
Niha onsa zêr bi nêzîkî 4 hezar û 576 dolaran tê kirîn û firotin.
Şirovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Oandayê Kelvin Wong li ser mijarê got, "Sedema sereke ya bihabûna zêr, zêdebûna pirsgirêkên jeopolîtîk e."
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, xwenîşandanên li Îranê bûne sedema kuştina zêdetirî 500 kesan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwariye ku eger xelk werin kuştin, ew dê êrişî wan bike.
Berpirsên wî welatî jî dibêjin ku ew dê baregeh û pêgehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê bikin hedefa xwe.
Daneyên aboriya Amerîkayê
Li aliyê din, daneyên têkildarî bazara kar a Amerîkayê ku roja înê hatibûn belavkirin, nîşan didin ku derfetên kar di meha borî de kêm bûye.
Ev yek jî îhtimala kêmkirina faîza bankê ya li Amerîkayê zêde dike ku dibe sedema bihabûna zêr û madenan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse