Ji ber rewşa xirab a aborî, di nava 5 salan de zêdetir ji nîv milyon dikan li seranserê Tirkiyê hatine girtin.
Navenda Nûçeyan - Ji ber rewşa xirab a aboriya Tirkiyê di hundirê pênc salan de 570 hezar û 351 pîşeger û kasibkaran dikanên xwe girtine.
Li gor rapora Federasyona Pîşekar û Esnafên Tirkiyê, di hundirê pênc salan de ji ber rewşa xirab a aborî û necîgirbûna behayê lîreyê Tirkî, gelek zerar gehiştiye pîşekar û esnafan û 570 hezar û 351 kesan îflas kirine û dikanên xwe girtine.
Her li gor heman raporê, di pênc mehên yekem ên îsal de 41 hezar û 214 esnaf û pîşekaran dikanên xwe bi yekcarî girtine. Di heman qonaxê de jî 3 hezar û 774 dikanên nû hatine vekirin.
Rapora Federasyona Pîşekar û Esnafên Tirkiyê, amaje bi kûrbûna rewşa aborî û derketina krîzeke mezin dide û tekez dike ku di sala 2015ê de 97 hezar û 715 esnafan îslaskirine, di demekê de sala borî hejmar bo 106 hezar û 167 hezar dikan zêde bûye ku hemûyan îflasbûna xwe ragihandine.
Ji sedî 39ê îflasbûnê li Bakurê Kurdistanê bûye. Herwiha bi giştî hejmara esnafan ji 1 milyon û 910 hezaran bo 1 milyon û 753 hezaran kêm bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse