Hewlêr (Rûdaw) – Bihabûna zêr didome û îro jî onsa zêr 33 dolaran biha bû û gihîşt 4 hezar û 241 dolaran.
Ev di bihayê zêr de rekoreke nû ye û di dîrokê de asta herî bilind e.
Ji roja duşemê ve onsa zêr 200 dolarî biha bûye.
Analîstên Banka ANZê dibêjin, îhtimaleke mezin heye ku bihabûna zêr berdewam bike, ev jî ji ber zêdebûna aloziyên aborî û jeopolîtîk û pêşbîniya kêmkirina rêjeya faîzê ya di dawiya vê mehê de ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve ye.
Analîstên bankê got, "Ji bo bihabûna niha sedemên rasteqîn hene, ev jî nîşaneya berdewamiya bihabûnê ye."
Bank pêşbînî dike ku heta dawiya îsal, bihayê onseke zêr bigihêje 4 hezar û 400 dolarî û heta nîvê sala bê jî bigihêje 4 hezar û 600 dolarî lê ji nîvê duyemîn ê sala bê û pê ve dest bi daketinê bike.
Analîstên Banka ANZê her wiha li ser pêşbiniyên xwe yên faîzê jî got, "Em pêşbînî dikin ku Banka Navendî ya Amerîkayê heta Adara 2026an, 4 carên din faîza bankê bi rêjeya ji sedî 0,25 kêm bike.”
Kêmkirina rêjeya faîzê bi gelemperî dibe sedema daketina dolar û bilindbûna zêr û kanzayên din.
Analîstên bankê da zanîn ku zêdebûna aloziyên siyasî û bazirganî û fikarên li ser serxwebûna Banka Navendî ya Amerîkayê, li gel zêdebûna berbiçav a deynên Amerîkayê, dê bibe sedem ku daxwaza ji bo hilberîna li ser zêr di asteke bilind de bimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse