Di pêşangeha Rwanga Foras de kompaniyan 47 hezar CV wergirtin

17-07-2019
RÛDAW
Di du rojan de nêzîkî 21 hezar kesan jî serdana pêşangeha Rwanga Foras kirine.
Di du rojan de nêzîkî 21 hezar kesan jî serdana pêşangeha Rwanga Foras kirine.
Nîşan Rwanga Foras Hewlêr Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Çaremîn pêşangeha navdewletiya Rwanga Foras de ku li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hatibû lidarxistin, 46 hezar CV bo kompaniyên beşdar di pêşangehê de hatin radestkirin.

 

Çaremîn pêşangeha navdewletiya Rwanga Foras li Hewlêrê bidawî bû.

 

Di pêşangehê de 166 kompaniyên biyanî û xwecihî ji 14 welatan beşdar bûn, û di nav pilanaên wan de heye, ku gelek şaxeyên xwe li Herêma Kurdistanê vekin.

 

Pêşangeh bo dema du rojan dom kir û nêzîkî 21 hezar kesan di 2 rojan de seredana pêşangeha navdewletî ya Rewange Foras kirine, û kompaniyên beşdar 46 hezar û 937 formên daxwazkirina kar (CV) ji karxwazan wergirtine.

 

Kompaniyên beşdar di pêşangehê de bi giştî 2 hezar û 204 derfetên kar ji karxwazan re amade kiribûn.

 

Rêvebirê kompaniyayekê ku beşdarî pêşangehê bibû, ji Rûdawê re da xuyakirin ku ew hewil didin kompaniya xwe berfirehtir bikin û diyar kir, ji ber ku karê wan zêde bûye, pêdiviya wan bi endezyar û şarezayên nû heye, ji ber vê yekê jî ew beşdarî pêşangehê bûn.

 

Welatiyk ku serdana pêşangehê kiriye, ji Rûdawê re ragihand: “Ez hez dikim li gor pisporiya xwe karekî bikim, gelek derfetên kar ji gencan re amade kirine, lewma min biryar da ku jibo dîtina kar serdana pêşangehê bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst