Vidowall – Derfetên kar li Rojavayê Kurdistanê

17-07-2022
RÛDAW
734 karmend jî, li ser saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine dabeşkirin
734 karmend jî, li ser saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine dabeşkirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Derfetên Kar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanyariyên Yekîtiya Kedkarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku, di dema mehekê de, 660 derfetên kar, li saziyên Rêveberiya Xweser û navendên berhemên ceh û genim û dexlûdanan, ji xelkên bajarê Hesekê re peyda kirine. Ew jî piştî girêdana du girêbestan ligel Kompanyaya Pêşxistina Civaka Çandiniyê û Kompanyaya Zêdekirina Tov li Herêma Hesekê.

Li gorî zanyariyên hevserokê Yekîtiya Kedkarên Cizîrê, Kemal Elî, koma heqdestê karê rojane, ji bo jinê, li beramber 8 demjimêrên kar, digihêje 12 hezar lîreyên Sûrî, ango di mehê de, dike bêhtir ji 360 herzar lîreyên Sûrî.

Kirêya kolberê hilgirtina çewalên genim û ceh, di dema mûsim de, digihêje 4 hezar û 500 lîreyan li ser her 1 tonê.

Her li gorî amarên sala 2022yan, ên Yekîtiya Kedkarên Cizîrê, hejmara endamên wê yekîtiyê, li bajarê Hesekê, gihiştiye 1 hezar û 895 karmendan, ji jin û mêran.

Hejmara karmendên jin li nav kargehên taybet gihiştiye 371 karmendê, li ser 55 kargehan hatine dabeşkirin.

Hejmara kolberên navendên dexlûdan û sayloyan û çend sazî û dezgehên din, 181 karmend e.

734 karmend jî, li ser saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine dabeşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst