Hewlêr (Rûdaw) - Her çi qasî doh bihayê petrolê hinekî bilind bûbe jî, di asta hefteyî de nêzîkî ji sedî 3 ji bihayê xwe winda kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew amade ye li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser mijara agirbesta li Ukraynayê bicive.
Hefteya borî, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê jî ragihandibû ku sala bê dê qebareya pêşkêşkirina petrolê 4 milyon bermîlan ji daxwazê zêdetir be.
Roja înê bihayê bermîleke petrola Brenta Deryaya Bakur 23 sentan bilind bû û bi 61,29 dolarî hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 8 sentan bilind bû û bi 57 dolar û 54 sentan hat firotin.
Tê payîn ku Donald Trump û Vladimir Putin dê du hefteyên bê li Macaristanê bicivin.
Hefteya borî agirbesta li Xezeyê bûbû sedem ku zext li ser bihayên petrolê çêbibe.
Bihayê petrolê di hefteyekê de ji sedî 3ê daket
Şarezayê petrolê yê li kompanyaya şêwirmendiyê Price Futures Group Phil Flynn, li ser mijarê got, "Proseya herî mezin a aştiyê li Xezeyê bi dest ketiye, rola Îranê li herêmê bêbandor bûye û li ser agirbesta li Ukraynayê guftûgo têne kirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse