Bihayê petrola brent daket biniya 64 dolaran

18-11-2025
RÛDAW
Nîşan Rûsya Amerîka Petrol OPEC Plus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Destpêkirina jinûve ya hinardekirina petrolê ya ji bendereke Rûsyayê, bihayê petrolê îro daxist.

Ew bender berê ji ber êrişa dronên Ukraynayê hatibû girtin.

Vê sibehê piştî vebûna bazarên Asyayê, bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 28 sentan daket û bi 63 dolar û 92 sentan dan û standin pê hat kirin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 26 sentan daket û bermîla petrolê bi 59 dolar û 65 sentan hat firotin.

Hinardekirina ji Bendera Novorossiyskê ji nû ve dest pê kir

Hinardekirina petrolê ji Bendera Novorossiyskê ya ku ji ber êrişa dronên Ukraynayê rawestiyabû, ji doh ve ji nû ve dest pê kiriye.

Rojane nêzîkî 2,2 milyon bermîl petrola Rûsyayê ji wê benderê û benderên nêzîkî wê tên hinardekirin.

Bazirganên petrolê li benda wê yekê ne ku bibînin ka dê dorpêçên Amerîkayê yên li ser kompanyayên Rospetrol û Lukoilê çi bandorê li ser bihayê petrolê bikin.

Koşka Spî ragihand ku dorpêçên berê dahata petrolê ya Rûsyayê kêm kiriye.

OPEC Plus û navendên enerjiyê hişyarî da ku dibe sala bê petrola zêde di bazaran hebe. Ev yek jî zextê li ser bihayê petrolê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst