Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vekirina bazarên Asyayê, bihayê onseke zêr derket ser 4070 dolarî.
Bihayê zêr di destpêka vê hefteyê de ji ber zexta bihabûna dolar, heta nêzîkî 4 hezar dolaran daketibû.
Analîstê şîrketa şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser mijarê got:
"Bihayê zêr ketiye bin zexta bihabûna dolar."
Wî analîstî her wiha diyar kir ku ji bilî bihabûna dolar, li cem bazirganan guman heye ku Banka Navendî ya Amerîkayê dê kengî biryarê bide ku careke din rêjeya faîzê kêm bike.
Daketina bêhempa ya bazarên borsayê yên cîhanê di çend rojên borî de piştgiriyek daye bihayê zêr û bazirganan ji bo ku xwe ji metirsiya bazara pişkan dûr bixin, berê xwe daye kirîna zêr.
Fikarên derbarê daketina bihayê pişkên kompanyayên teknolojiyê, di 4 rojên borî de bazarên borsayê yên Amerîkayê daxistine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse