Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya Sûriyeyê heta demeke nediyar qedexe kir ku mirîşkên cemidandî ji Tirkiyeyê werin kirîn.
Biryara ku 15ê Tebaxê ket meriyetê, ji bo parastina berhemhênerên xwecihî yên Sûriyeyê û misogerkirina ewlehiya xwarinê hat dayîn.
Li gorî agahiyan, qedexe ne tenê li ser mirîşkan e lê bi giştî 20 berhemên çandinî û ajelî yên wekî firingî, tirî, hêk, mirîşk, sêv, kartol, hejîr, gilyaz û îsotan jî li xwe digire.
Bi biryara nû re, çarçoveya wê biryarnameyê hat berfirehtirkirin ku Sûriyeyê 1ê Hezîrana 2025an dabû û anîna bacanên sor, xiyar, gêzer, zebeş, kundir, balîcan, fasûlî û pîvazan rawestandibû.
Tê diyarkirin ku yek ji sedemên qedexeyê jî ew zehmetî ne ku berhemhênerên mirîşkan ên li herêma Hemayê ji ber bihayên kêm dikişînin.
Şêwirmendiya Bazirganiyê ya Şamê hişyarî da kompanyayên ku ji Tirkiyeyê berhemên çandinî û ajelî dibin Sûriyeyê ku li gorî vê biryarnameya nû tevbigerin û planên xwe yên bazirganiyê ji nû ve binirxînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse