Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Rûdawê re: Em başdarî avakirina aboriya Îraqê dibin

20-11-2023
Nîşan Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning PetroChina Exxon Mobil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê got, “Em bi awayekî aftîv beşdarî avakirina aboriya Îraqê dibin.”

Şirketa PetroChinayê ya Çînê, dê li Kêlgeha Petrolê ya Qurnayê cihê şirketa Exxon Mobilê ya Amerîkayê bigire.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê, li ser vê mijarê pirsên Rêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Çînê Mehdî Ferec bersivandin.

Mao Ningê da zanîn ku ew ji bo hewlên nû yên bi Îraqê re amade ne û got:

“Em amade ne ku ji bo teşwîqkirina pratîkên berdewam ên di qadên cuda de bi aliyên Îraqî re hewlên hevpar bidin.”

Mao Ningê destnîşan kir ku pêwendiyên dostane yên Çîn û Îraqê hene û pê de çû:

“Çîn wekî dostekî rasteqîn ê gelê Îraqê, bi awayekî aftîv beşdarî avakirina aboriya Îraqê bûye.

Di pêşketina aborî ya gelê Îraqê de roleke wê ya erênî çêbûye. Hem Hikûmeta Îraqê hem jî gelê wê pesnê vê rola Çînê daye.”

Kêlgeha Petrolê ya Qurnayê yek ji kêlgehên herî mezin ên cîhanê ye.

Ev kêlgeh li bakurrojavayê parêzgeha Besrayê ya Îraqê ye.

Li vê kêlgehê dê şirketa PetroChinayê cihê şirketa Exxon Mobilê ya Amerîkayê bigire.

Li gorî nûçeya Reutersê, Îraqê bi Exxon Mobilê re peymanek îmze kiriye da ku xebatên xwe yên li wê kêlgehê biqedîne.

Li gorî vê peymanê, dê li Kêlgeha Petrolê ya Qurnayê mafê berhemanînê derbasî Exxon Mobilê bibe.

Rezerva beşa Kêlgeha Petrolê ya Qurnayê ku dê şirketa Çînî lê berhemanînê bike (Kêlgeha Rojavayê/Hejmar:1) 20 milyar bermîl e.

Li gorî berpirsên kêlgehê, niha 560 hezar bermîl petrol tê derxistin.

Piştî vê peymana nû, li Îraqê di warê enerjiyê de ti erkê Exxon Mobilê namîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst