Serokê Komisyona Destpakiyê: Ji bo têkoşîna bi gendeliyê re peymana me û Hewlêrê heye

21-04-2024
Nîşan Îraq Gendelî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komisyona Destpakiyê ya Îraqê Heyder Henûn got, “Ji bo têkoşîna bi gendeliyê re peymana me û Hewlêrê heye. Em di rêya serkeftinê de bi pêş dikevin.”

Heyder Henûn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku komisyona wan serbixwe ye û Herêma Kurdistanê jî di nav de li tevahiya Îraqê xebatan dike.

Heyder Henûn diyar kir, “Komisyona Tekoşîna bi Gendeliyê re ya Herêma Kurdistanê dezgeheke cihî ye û beşek e ji Komisyona Destpakiyê ya Îraqê.”

“Divê kontrol li ser wan hebe”

Serokê Komisyona Destpakiyê ya Îraqê da zanîn ku wan û Herêma Kurdistanê sala 2011an peymaneke kordînasyon û hevkariyê îmze kiriye û got:

“Hevkariya me ji bo têkoşîna bi gendeliyê re, rêlibergirtina gendeliyê û eşkerekirina samanên aborî ye.

Divê hemû rayedarên li hemû herêm û parêzgehên Îraqê di bin kontrolê de bin û divê were zanîn bê ma pere ji kû derê tên û çawa tên xerckirin.

Kordînasyon û gavên piştî niha dê baştir bin.

Em û saziyên li Herêma Kurdistanê di mijara têkoşîna bi gendeliyê re ber bi serkeftinê ve diçin.”

“Gendelî şewbek e”

Heyder Henûn bal kişand ser girîngiya hevkariyê û berdewam kir:

“Ji bo ku gendelî ji holê rabe divê her kes bi hev re bixebite çimkî gendelî şewbek e û çi li Îraqê çi jî li Herêma Kurdistanê be dê hemû serkeftinên me tune bike.”

Li gorî amarên Saziya Destpakiyê ya Navneteweyî, Îraq di mijara gendeliyê de ji nav 180 welatî di rêza 157an de ye.

Li Îraqê her sal herî kêm 200 milyar dolar bi rêya projeyên sexte tên spîkirin an dizîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst