Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bi rêjeya ji sedî 0,1 daket û onsek bi 3 hezar û 340 dolarî dan û standin pê hat kirin.
Bihayê zêr di peymanên paşerojê de jî bi heman rêjeyê daket û bi 3 hezar û 384 dolaran hat firotin.
Bazirganên zêr li benda axaftina Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell in ku dê roja înê pêşkêş bike da ku zanibin ka dê bank ji bo piştgiriya bazara kar û aboriya Amerîkayê, dawiyê biryara daxistina rêjeya faîzê bide yan dê wê di asta heyî de bihêle.
Birêvebirê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya “Gold Silver Central”ê Brian Lan li ser mijarê ragihand, “Bihayê zêr niha di nav xelekeke teng de diguhere” û got:
“Ez bawer nakim ku bihayê zêr ew qasî bilind bibe, heta ku rêjeya faîzê were kêmkirin jî.”
Brian Lan destnîşan kir ku îhtimal heye bihayê zêr bi awayekî demkî heta 3 hezar û 400 dolarî bilind bibe lê dê paşê dakeve û li dora astên xwe yên niha bimîne.
Brian Lan ku kompanyaya wî yek ji kompanyayên navdar ên bazirganiya zêr a li Sîngapurê ye, her wiha got ku dawiyê dê bihayê zêr dakeve nêzîkî 3 hezar û 300 dolarî.
Meha borî du berpirsên Banka Navendî ya Amerîkayê piştgirî da kêmkirina rêjeya faîzê lê daxwaza wan her duyan nekarî piştgiriya 10 endamên din ên Komîteya Bazara Azad a Banka Navendî bi dest bixe û du caran rêjeya faîzê wekî xwe hat hiştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse