Kpler: Peymana Amerîka û Îranê dê petrolê erzan bike

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Saziya Kpler Homayoun Falakshahi Amerîka Îran Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Kplerê ragihand ku her peymana di navbera Îran û Amerîkayê de dê bihayê petrolê kêm bike.

Kplerê pêşbînî dike ku eger dan û standin bi ser nekevin û êrişî Îranê were kirin, dibe ku bihayê petrolê bigihîje 150 dolaran.

Îro gera duyem a dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê dest pê dike.

Analîstê petrolê yê Saziya Kplerê Homayoun Falakshahi ji Rûdawê re ragihand ku di îhtimala serkeftina dan û standinan de dibe ku asta hinartina petrola Îranê zêde bibe.

Amarên hinartinê

Li gorî amarên saziyê yên ku Rûdawê bi dest xistine, mehên Tebax û Îlonê yên 2025an navîniya hinartina petrola Îranê rojane milyonek û 750 hezar bermîl bûye.

Ji Çiriya Paşîn a 2025an heta Kanûna Paşîn a 2026an, ew mîqdar daketiye milyonek û 530 hezar bermîlan.

Herî zêde petrola Îranê ji Çînê re tê hinartin.

Li gorî gotina Falakshahi, her peymana di navbera Amerîka û Îranê de dê rafineyên Çînî teşwîq bike ku hinardeya petrola Îranê rojane heta 200 hezar bermîlan zêde bikin.

Lê şiyana zêdekirina hilberîna petrola Îranê sînordar e û pêdiviya wê bi hilberînê heye, ew jî bi sivikkirina cezayan pêkan e.

Falakshahi derbarê bandora peymanê ya li ser bihayê petrolê jî diyar kir ku di demeke navîn de hinardeya petrola Îranê ya ji bo bazarên cîhanê dê rojane 200 heta 300 hezar bermîl zêde bibe.

Senaryoyên bihayê petrolê

Li gorî pêşbîniya Falakshahi, di egera nemana metirsiyên jeopolîtîk ên girêdayî nakokiyên navbera Îran û Amerîkayê de, bihayê petrolê dê rasterast 4 heta 5 dolaran dakeve.

Lê di egera gurrbûna aloziyan de, bi taybetî eger bigihîje astekê ku Amerîka êrişî Îranê bike, bermîla petrolê dê 15 heta 20 dolaran biha bibe.

Falakshahi got, eger Îran bi girtina Tengava Hurmuzê bersiva Amerîkayê bide, wê demê ne dûr e ku bihayê bermîla petrolê bigihîje 150 dolaran jî.

Lê ev egereke dûr e, ji ber ku karekî bi vî rengî dê metirsiyeke mezin ji bo Îranê bi xwe jî hebe û bandoreke nerênî ya mezin li ser Çîn û welatên nêzîkî xwe yên li herêmê bike.

Tengava Hurmuzê korîdoreke mezin a bazirganiyê ye û rojane nêzîkî 20 milyon bermîl di rêya wê tengavê re ji bo bazarên cîhanê derbas dibin.

Kapasîteya hilberîna Îranê

Li gorî daxuyaniyên dawî yên Saziya Kplerê ku ketine destê Rûdawê, niha Îran rojane nêzîkî 3 milyon û 100 hezar bermîl petrol hildibirîne.

Lê şiyana hilberîna wê digihîje 3 milyon û 450 hezar bermîlan.

Hevdem rojane nêzîkî 750 hezar bermîl petrola kondênseyt (condensate) jî berhem tîne.

Sazî dibêje, meha borî Îranê rojane milyonek û 342 hezar bermîl petrol hinardeyî Çînê kiriye.

Di meha Kanûna Paşîn a 2025an de, Îranê rojane milyonek û 874 hezar bermîl petrol hinardeyî Çînê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst