Li Wanê santraleke mezin a enerjiya rojê tê avakirin

21-08-2025
RÛDAW
Cihê santralê / Wêne: AA
Cihê santralê / Wêne: AA
Nîşan Wan Sanrala Elektrîkê Enerjiya Rojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artemêtê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, li ser rûberê 500 hezar metre çarqoşe erd projeyeke mezin a hilberîna elektrîkê ji enerjiya rojê tê bicihanîn.

Projeya ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û Îller Bankasiyê tê meşandin, dê 38,5 megawatt elektrîkê hilberîne.

Tê payîn ku proje di nava çar mehan de temam bibe.

Birêvebirê Projeyê Serdal Mert ragihand ku karên binesaziyê di qonaxa dawî de ne û got:

"Karên bingeha danîna panelên sîstema solarê di qonaxa dawîbûnê de ne.

Projeya me 38,5 megawatt e, plana me ew e ku em di nav çar mehan de temam bikin."

Di çarçoveya projeyê de, dê 69 hezar û 888 panelên solarê, 105 înverter, 7 trafo û navendeke belavkirinê bên danîn.

Serdal Mert li ser hûrgiliyên teknîkî yên projeyê wiha axivî:

"Li zeviya me 69 hezar û 888 panelên solarê yên bi kapasîteya bilind, 105 înverterên 350 kîlowattî, 7 trafo yên 5 megawattî û navendeke belavkirinê tên danîn."

Budceya projeyê 29,3 milyon dolar e û li gorî planan, dê salane nêzîkî 10,9 milyon dolar dahat were bidestxistin.

Ev dahat dê ji bo lêçûnên enerjiyê yên Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê were bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst