Li Tirkiyeyê krîza aborî: Di 11 mehan de 26 hezar şirketan deriyên xwe girtin

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Jûr û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB) Aborî Tirkiye Şirket Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Jûr û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB), amarên şirketên ku meha Çiriya Paşîn hatine avakirin û girtin belav kirin.

Hejmar nîşan didin ku di aboriya Tirkiyeyê de motîvasyona karsaziyê bi awayekî cidî lawaz bûye.

Di 11 mehên sala 2025an de nêzîkî 26 hezar şirketan dawî li xebatên xwe aniye.

Li gorî amarên TOBBê ku medyaya Tirkiyeyê belav kirine, meha Çiriya Paşîn hejmara şirketên nû hatine avakirin li gorî meha berî wê ji sedî 9,6 kêm bûye.

Kêmbûna kargehên ticarî yên şexsî jî wekî ji sedî 12,4 hatiye tomarkirin.

Ev tablo nîşan dide ku bi taybetî di kargehên biçûk û navîn (KOBÎ) de daxwaza wergirtina rîskê kêm bûye.

Dema ku bi meha Çiriya Paşîn a sala borî re didin berhev, tabloyeke wekhev derdikeve holê.

Hejmara şirketên nû hatine avakirin ji sedî 5,9 kêm bûye.

Di avakirina kooperatîfan de jî kêmbûneke balkêş a bi rêjeya ji sedî 33yan heye.

Her çi qas di heman serdemê de hejmara şirketên hatine girtin ji sedî 5,7 kêm bûbe jî, tê gotin ku wêrekiya avakirina karê nû lawaz bûye.

Fatûreya 11 mehan giran bû

Tevî sistbûna di meha Çiriya Paşîn de, tabloya giştî ya serdema Kanûna Paşîn-Çiriya Paşîn zexta li ser aboriyê bi zelalî nîşan dide.

Di vê serdemê de hejmara şirketên ku hatine avakirin li gorî sala borî bi rêjeya ji sedî 1,8an kêm bûye û daketiye 100 hezar û 984an.

Hejmara şirketên hatine girtin jî bi zêdebûna ji sedî 8,9an derket 25 hezar û 987an.

Bi vî rengî di 11 mehên salê de nêzîkî 26 hezar kargehan dawî li xebatên xwe yên ticarî anî.

Şirketên ku meha Çiriya Paşîn hatine girtin, piranî di sektorên bazirganiya bikom û perakende û avahîsaziyê de bûn.

Tengavbûna di van qadan de ku wekî lokomotîfên aboriyê tên qebûlkirin, wekî rengvedana rawestana giştî ya bazaran tê nirxandin.

Navnîşana şirketan dîsa Stenbol e

Ji 9 hezar û 636 şirket û kooperatîfên ku meha Çiriya Paşîn hatine avakirin, ji sedî 35,9ê wan li Stenbolê dest bi kar kir.

Piştî Stenbolê Enqere û Îzmîr tên.

Di avakirina şirketên bi sermayeya biyanî de jî fîrmayên bi hevparên Îran û Azerbaycanê derdikevin pêş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst