Dogan Yetîm: Em dixwazin berhemên Rihayê bifiroşin Herêma Kurdistanê

22-04-2024
RÛDAW
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Mehmet Dogan Yetîm
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Mehmet Dogan Yetîm
Nîşan Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Mehmet Dogan Yetîm Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê ragihand ku pîşesazî û çandiniya Rihayê pêşketî ye û ew dixwazin berhemên xwe hinardeyî Herêma Kurdistanê bikin.

11 karsazên endamê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi armanca hevdîtinên bazirganî hatin Herêma Kurdistanê.

Karsazên endamê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Rihayê 21ê Nîsanê bi armanca bipêşxistina pêwendiyên bazirganî gihiştin Herêma Kurdistanê.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Mehmet Dogan Yetîm îro beşdarî Bultena Bakur a Rûdawê bû û derbarê serdana xwe de axivî.

Mehmet Dogan Yetîm da zanîn ku Riha di warê çandiniyê de gelekî pêşketî ye û Herêma Organîze ya Pîşesaziyê ya Rihayê hatiye vekirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Mehmet Dogan Yetîm anî ziman:

“Li ser asta Tirkiyeyê piraniya berhemên pembo, genim û fistiqan li Rihayê tên berhemanîn.

Riha ji bo veguhastin û lojîstîkî bajarekî gelekî guncav e.”

Yetîm herwiha diyar kir ku ew dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bazirganî û vîzeyê hewl bidin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Mehmet Dogan Yetîm anî ziman:

“Em dixwazin pêwendiyên dualî yên ku hene zêdetir bi pêş bixin. Wekî herêm bi taybetî di warê çandî de ku em nêzîkî hev in em pêwendiyên xwe bi pêş bixin.

Herçiqas zaravayên me cuda bin jî zimanê me Kurdî ye. Em hemû bi Kurdî diaxivin lê zarava hinekî ji hev cuda ne. Pêwendiyên me yên bazirganî jî hene û di van salên dawî de zêdetir bûne.

Helbet pêwendiyên bazirganî dualî dibin lê em dixwazin zêdetir tiştên xwe bifiroşin lê li Herêma Kurdistanê jî tiştên ku ji me re pêwîst in hene. Em wan jî hawirde dikin.

Niha jî hawirdeya me berdewam e. Niha armanca me ya destpêkê ew e ku em berhemên xwe yên li Rihayê tên çêkirin û berhemanîn hinardeyî Îraq û Herêma Kurdistanê bikin û hinardeya xwe zêdetir bikin.”

Karsazên endamê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê doh jî bi armanca bipêşxistina pêwendiyên bazirganî li parêzgeha Dihokê bûn û bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dihokê re hevdîtinek kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst