Hikûmeta Iraqê kirîna genim ji cotkarên Kurdistanê destpê dike

22-06-2021
RÛDAW
Wêne: Bilind T. Abdullah / Rûdaw
Wêne: Bilind T. Abdullah / Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Iraqê kirîn û wergirtina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê destpê kir. Ev jî 15 rojan piştî kirîna genimê cotkaran ji aliyê du kompanyayan ve li derveyî proseya wergirtina genim li sayloyên Herêmê Kurdisanê tê.

Salane li Herêma Kurdistanê ji 1 milyon ton zêdetir genim berhem tê komkirin û sala borî jî 1 milyon û 200 hezar ton genim berhem hatibû komkirin.

Rêveberatiya Berhem û Qebûlkirina Dexlûdanê li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê dibêje, îsal ji ber kêmiya barîna baranê û hişkesaliyê, tê texmînkirin ku berhema genim li Herêma Kurdistanê kêm bibe.

Rêjîn Sdîq, Rêveberiya Berhemhênan û Pesendkirina Tovan li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ji Rûdawê re ragihan: “Îsal ji ber hişkesaliyê çave rê dikin ku berhemê genim di navbera 650 û 750 hezar tonî de be.”

Roja 14ê Hezîranê Wezareta Bazirganî ya Herêma Kurdistanê beşê genimê cotkaran ku ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bê kirîn, ragihand.

Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ji Rûdawê re ragihand, “Di encama civîna her dû wezaretên kiştuqalê yên hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê biryar hate dayîn ku bo sala 2021an 375 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê bê wergirtin. Bi vê armancê sayloyên Herêma Kurdistanê bo wergirtina vî genimî jî cotkaran amadekarî kirin e.”

Herwiha got: “Her çend bi fermi nirxê wergirtina genim nehatiye diyarkirin jî lê dê bi heman nirxê sala borî bê dayîn.”

Nirxê her tonêkî genim: Pila yekem 560,000  dînar, Pila dûyem 480,000  dînar, Pile sêyem 420,000  dînar.

Dema wergirtina genimên cotkaran ji aliyên du kompanyayên navxweyî ji 08/06/2021an ve destpêkiriye û dê 45 rojan berdewam bike. Lê wergirtina genim ji aliyê hikûmeta Iraqê ve dê 22/06/2021an de destpêbike û dema dawî ya wergirtinê nehatiye diyar kirin.

Ev demeke ku heta niha Bexdayê pare genimê salên 2014, 2015 û 2016an yên cotkarên Herêma Kurdistanê bi tevahî nedaye.

Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê dibêje biryare ku ligel ew 464 milyar dînar perê genim yê salên berê, 307 milyarê din jî bê dayîn

Salane rûberê 3 milyon donim zevî genim tê çandin û çend core genim hene wek: Hewlêr du, Hewlêr çar, Cîhan, Edene, Dînk.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst