Faris Îsa: Tê çaverêkirin Hewlêr û Bexda li ser pişka Kurdistanê li hev bikin

22-11-2019
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Bexda Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, ragihand ku di civînên sibê yên şandên Kurdistan û Iraqê de tê çaverêkirin derbarê pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2020an de rêkevtinek di navbera aliyan de pêk bê.

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibê (23.11.2019) sibê ji bo gotûbêjkirina pirsa pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2020an a Iraqê de, serdana Bexdayê bike. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji Rûdawê re ragihand, “Li hev nêzîkbûneke gelek baş heye di navebra aliyan de û çaverê dikin, derbarê diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya sala nû de bigihijine rêkevtinekê.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Faris Îsa, amaje bi wê jî kir ku sibê demjimêr 11.00an, şanda Herêma Kurdistanê li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî û Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên kom dibe.

Faris Îsa, behsa wê yekê jî kir, berî niha hikûmeta Iraqê çend pêşniyazek dane ber Herêma Kurdistanê bo ku ew rêkevtinekê pêk bînin.

Li gor gotina Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şanda Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Herêmê Xalîd Şiwanî, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omîd Sebah, Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst