Amed (Rûdaw) – Li Amedê bi dehan ciwan û zarok di vê rojiya Remezanê de, li ber 39 pile germa havînê berê xwe didin zibilxaneyan û bi komkirina kîsên naylon, karton û hesinên debara mala xwe dikin. Ew ji ber zehmetiya kar nikarin rojî bigrin. Lê dibêjin, ew rojî negrin jî qet nebe ji bo ku dê û bavên wan, xwîşk û birayên wan bikaribin di fitar û paşîvê de gepek nan bixwin, vî karê dijwar dikin.
Dûyê ku li ser çiyayê Qerejdaxê bilind dibe, ne dûyê agirê kevirên volkanîk e. Ew dû, ji zibilxaneya Amedê, sergoya bajêr derdikeve, ku ji dehan kesên hejar re bûye cihê debarê.
Bi dehan kes ji bo ku debara malbata xwe bikin, ji vê zibilxaneyê, di şert û mercên pir dijwar de pere qezenç dikin.
Silêman Demîr 55 salî ye. Ew bi pereyên, ku ji poşet, karton û plastîkan qezenç dike, 2 kurên xwe li zanîngehê dide xwendin û 3 zarokên xwe jî dişîne dibistanê. Ew dibêje ji zarokên wî bixwînin, ew bi neçarî vî karî dike.
Silêman Demîr dibêje: “Du zarokên min diçin zanîngehê û 3 zarokên min jî diçin dibistanê. Ew hê biçûk in. Em neyên li zibilxaneyê nexebitin, em ê ji birçîna bimirin.”
Gelek ji van karkeran ji bo ku çavên zarokên wan li destê xelkê nebe, li zibilxaneyê di şert û mercên giran de kar dikin û bi nexweşiyan re jî rû bi rû dimînin. Lê vê jî lê zêde dikin; ger ev kar nebe tu karekî ku bikin li Amedê tune ye.
Hemwelatiyê bi navê Bilal Yildiz diyar dike: “Em saet 04.00ê sibehê de tên. Hinek jî dora saet 06.00ê sibehê tên. Heta ku roj diçe ava em li vir dixebitin. Xebata me pir zehmet e û saetên me jî pir in. Heqdestê me jî baş dernakeve. Kar li vir tune ye. Em bi neçarî dixebitin.”
Di nava karkeran de ciwan û zarok jî hene. Ew jî dibêjin karê li zibilxaneyê baştir e ji karên ku dê li Stenbol û Enqereyê bikin û ji malbata xwe dûr bin.
Ciwanê bi navê Şervan Caymaz dide xuyakirin: “Ez têm zibilxaneyê. Ji bo ku em birçî nemînin, ez têm ji xwe re dixebitim. Min dixwest dibistanê bixwînim lê debara me nedibû. Ji ber vê yekê bavê min ji min xwest ez bixebitim. Ez jî têm li zibilxaneyê dixebitim. Debara malbata min hemû li ser vî karî ye.”
Karkerên li zibilxaneya Amedê di meha Remezanê de, li ber germahiya 39 pile di nava xwêdanê de kar dikin. Ew dibêjin di nava vê toz û dûmanê de nikarin tî bimînin. Ji ber vê yekê jî nikarin rojî bigrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse