Li Amedê bûyera trafîkê: Mirî û birîndar hene

12-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek li barhilgireke din a ku li kêleka rê rawestiyabû qelibî û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Şeva borî li ser rêya parêzgehên Amed û Rihayê kamyoneke ku barê wê sewze bû li kamyoneke rawestiyayî da û dema şofêr xwest dakeve di bin kamyona barkirî de ma.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê û midexale kirin.

Li gor lêkolînê şofêr li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Her wiha 2 kesên birîndar ji bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazi hatine birin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst