Hewlêr (Rûdaw) – Doh dema girtina bazarên darayî yên cîhanê, bihayê onseke zîv ji sedî 7,48, an ku 7,19 dolaran biha bû û gihîşt 103,38 dolarî.
Li gorî vê, niha li bazarên cîhanê kîloyeke zîv bi 3,324 dolarî ye.
Di dan û standinên paşerojê de jî, onseke zîv zêdetirî 4 dolaran biha bû û gihîşt 101,33 dolarî. Ev asta herî bilind a bihayê zîv e ku di dîroka dan û standinan de hatibe tomarkirin.
Tenê di hefteya borî de, onseke zîv nêzîkî 13 dolaran biha bûye.
Sedema vê bihabûnê ji bo daketina nirxê dolarî, aloziyên jeopolîtîk û nearamiya aboriya cîhanê tê vegerandin.
Ji ber plana Amerîkayê ya kirîna Greenlandê, di navbera Washington û Ewropayê de alozî derket û bihayê dolar daket.
Dilgiranî ji wê yekê tên ku tirs heye Ewropa sermaye û darayiyên xwe yên mezin ên li Amerîkayê wekî kartekî fişarê bi kar bîne, vê yekê jî kiriye ku hilberîner berê xwe bidin kirîna zîv.
Hev wiha, biryar e roja çarşemê ya vê hefteyê Banka Navendî ya Amerîkayê biryara xwe ya nû ya derbarê rêjeya faîzê de ragihîne.
Pêşbîniya sereke ew e ku bank rêjeya faîzê wekî xwe bihêle lê bazar hîn jî li bendê ne ku heta dawiya îsal du caran rêjeya faîzê were kêmkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dest bi hevpeyvînên li gel berbijêran kiriye da ku serokê paşerojê yê Banka Navendî ya Amerîkayê diyar bike.
Ev yek bandoreke rasterast li ser bazaran dike.
Tenê sedemên siyasî û darayî zîv biha nekiriye, Çînê jî wekî yek ji mezintirîn hilberîneran, kontrola tund xistiye ser hinartina zîvî.
Vê yekê jî kiriye ku li bazaran kêmasiya wê madenê zêdetir bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse