Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn û belavbûna amarên nû yên enflasyonê yên li Amerîkayê, bihayê zêr careke din ber bi jor ve çû û di dema girtina bazaran de 120 dolar bilind bû.
Hilberîner ji ber metirsiyên jeopolîtîk careke din berê xwe didin zêr wekî 'penageheke ewle.
Zêr piştî daketineke tund a roja pêncşemê, roja înê bi awayekî berbiçav bilind bû û beşek ji ziyanên xwe telafî kir.
Ev bilindbûn di demekê de hat ku daneyên aborî yên Amerîkayê û aloziyên li Rojhilata Navîn, bazarên cîhanê dixe bin bandora xwe.
Bihayê onseke zêr 120 dolar bilind bû
Di dema girtina bazarên cîhanê de bihayê onseke zêr 120 dolar bilind bû û bi 5042 dolarî hat kirîn û firotin.
Di girêbestên paşerojê de jî yên ji bo radestkirina di meha nîsanê de, bihayê onseke zêr 97 dolar bilind bû û gihîşt 5046 dolaran.
Bi vê bilindbûnê re zêr beşek ji ziyanên xwe yên roja pêncşemê telafî kirin.
Sedema bilindbûnê bi zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn û belavbûna amarên enflasyonê yên li Amerîkayê ve girêdayî ye.
Piştî belavbûna çend raporan a derbarê plana Washingtonê ya ji bo şandina keştiya balafirhilgir a duyem ji bo Rojhilata Navîn, daxwaza li ser kirîna zêr wekî stargeheke ewle zêde bûye.
Ev pêngava Amerîkayê di demekê de ye ku îşaretên ji bo rawestandina dan û standinên atomî yên bi Îranê re zêde bûne û vê yekê di bazaran de tirs û fikar çêkirine.
Ji aliyekî din ve, rewşa bazara kar û nediyariya derbarê dema kêmkirina rêjeya faîzê ya li Amerîkayê zexteke mezin li ser bihayanan çêkiribû, bi taybetî piştî ku amarên derfetên kar ên meha kanûna paşîn nîşan da ku bazara kar hîn xurt e û peydakirina derfetên kar di sektora taybet de zêde bûye.
Li gorî amarên roja înê jî, rêjeya enflasyonê li Amerîkayê di meha kanûna paşîn de daketiye ji sedî 2,4, di demekê de ku dihate pêşbînîkirin bibe ji sedî 2,5.
Vê yekê îhtîmala kêmkirina rêjeya faîzê zêdetir kir lê enflasyona bingehîn daketineke kêm tomar kir û ji sedî 2,6an daket ji sedî 2,5an.
Analîstên saziya "Vital Knowledge" dibêjin, amarên enflasyonê erênî ne lê wisa xuya nake ku dê guherîneke mezin di senaryoyên heyî de çêbikin, ji ber ku enflasyona bingehîn li gorî pêşbîniyan bû.
Di asta heftane de, hefteya borî bihayê onseke zêr 78 dolar bilind bû û ji 4964 dolaran gihîşt 5042 dolaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse