Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyeyê di civîna xwe ya tîrmehê de rêjeya faîzê ji sedî 46an daxist ji sedî 43yan.
Desteya Polîtîkaya Pereyan a Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Serokê Banka Navendî Fatîh Karahan civiya.
Di civînê de Banka Navendî ya Tirkiyeyê biryar da ku rêjeya faîzê 300 xalên bingehîn kêm bike û bi vê yekê rêjeya faîzê ji sedî 46an daxist ji sedî 43yan.
Di biryarê de hat diyarkirin ku meyla sereke ya enflasyonê di meha hezîranê de di asta asoyî de bû û daneyên destpêkê nîşan didin ku dê enflasyona mehane di tîrmehê de ji ber hinek sedemên taybet bi awayekî demkî bilind bibe.
Banka Navendî bal kişand ser wê yekê ku daneyên dawî nîşan didin ku bandora dezenflasyonî ya şert û mercên daxwazê zêde bûye.
Banka Navendî her wiha ragihand ku ew ji nêzîk ve çavdêriya bandorên muhtemel ên bipêşketinên jeopolîtîk û zêdebûna parêzvaniya di bazirganiya cîhanî de li ser pêvajoya dezenflasyonê dikin.
Her wiha hat eşkerekirin ku pêşbîniyên enflasyonê û reftara nirxandinê wekî faktorên rîskê ji bo pêvajoya dezenflasyonê berdewam dikin.
Banka Navendî ragihand ku dê helwesta tund a polîtîkaya pereyan heta pêkhatina aramiya bihayan were parastin û bi rêya hevsengiya daxwazê, bilindbûna rasteqîn a lîreyê Tirkî û başbûna hêviyên enflasyonê, piştgirî bide pêvajoya daxistina enflasyonê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse