Hewlêr (Rûdaw) - Li bazara Stenbolê bihayê lîreyê Tirkî li hemberî pereyên biyanî daket û dolarekî Amerîkî bi rêjeya ji sedî 0,2 zêde bû û bi 39,7 lîreyan tê firotin.
Li gel bipêşveçûnên siyasî yên li Tirkiye û cîhanê û nearamiya bazara cîhanê daketina bihayê lîreyê Tirkî jî berdewam dike.
Îro li bazara Stenbolê dolarekî Amerîkî gehişt 39,7 lîreyan ku doh bi 39,6 lîreyan bû û euro jî bi 46,07 lîreyên Tirkî tê firotin.
Banka Navendî ya Tirkiyeyê meha borî biryara xwe ya faîzê eşkere kiribû û rêjeya faîzê ji sedî 42,5an derxistibû ji sedî 46an.
Her wiha hefteya borî Banka Navendî biryara xwe ya faîzê neguherî û di heman rêjeyê de hişt.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse