Zêr xwe ji bo rekoreke nû amade dike

25-09-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Bihabûn Ons
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Onsa zêr îsal bi hilberînerên xwe ji sedî 40î zêdetir da qezenckirin û her wiha ber bi zêdebûna herî zêde ya salane ya ji 1979an û vir ve diçe.

Sedemên wekî rîskên jeopolîtîk, fikarên li ser aboriya gerdûnî, daxwaza zêr a bankayên navendî û her wiha bendewariya kêmkirina faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) dikin ku zêr biha bibe.

Ji xeynî van sedeman, zêdebûna fikarên bi warê serxwebûna Fedê jî kir ku zêdetir hilberîner berê xwe bidin kirîna zêr.

Onsa zêr bi 2 hezar û 623 dolarî dest bi salê kir û niha jî derketiye asta rekor a 3 hezar û 791 dolaran.

Di vê serdemê de zêr bi zêdebûneke derdora ji sedî 43yan ve bi kêrî hilberînerên xwe hat.

Ev jî tê wê maneyê ku onsa zêr ber bi zêdebûna herî zêde ya salane ya ji 1979an û vir ve diçe.

Onsa zêr sala 1979an ji sedî 126,5 bi hilberînerên xwe dabû qezenckirin.

Pêşbîniya pisporan

Aborîzanê Avhewa û Emtîayê yê Capital Economicsê Hamad Hussain got, “Zêdebûna bendewariya kêmkirina faîzê û fikarên bi warê serxwebûnê yên Fedê û her wiha fikarên meşandina deyndariyê, piştevaniya bihabûna zêr a di asta rekorê de kiriye."

Hamad Hussain bal kişand ku ji ber pêşbîniya domandina trenda zêdebûna bihayê zêr, saleke din dibe ku bihayê onsa zêr bigihîje 4 hezar dolarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst