Hewlêr (Rûdaw) - Dibe ku we gelek caran ew ramana zanistî bihîstibe ku dibêje, petrola xav di encama rizîna dînozoran, zîndewerên din û riwekan de di kûrahiya erdê de çêbûye.
Lê belê, teoriyeke nû heye ku her ku diçe zêdetir zanyar li ser lêkolînan dikin û bala wan dikişîne û jê re "Teoriya Petrola Abiyotîk" tê gotin.
Li gorî vê teoriyê, dibe ku petrol û gaz ne ji bermahiyên riwek û zîndewerên kevnar lê di encama reaksiyonên germî û kîmyayî de çêbûbin.
Li gorî vê ramanê, germahî û zexta zêde ya di navbera tebeqeyên req û navika şil a erdê de dibe sedem ku karbon û hîdrojen bibin yek û ber bi rûyê erdê ve hilkişin, bi vî awayî petrol û gaz çêdibin.
Eger ev yek rast be, ev tê wê wateyê, dibe ku ev sotemenî bi berdewamî di binê erdê de ji nû ve çêbibin.
Ev yek wan dike wekî çavkaniyeke enerjiya "nûjenbar" lê ji bo nûbûna wan pêwîstî bi demeke dirêj heye.
Her çend ev teorî hîn jî cihê nîqaşê ye û piraniya zanyaran pê bawer nakin jî, ew baweriya kevn a ku dibêje rezervên petrolê sînordar in û rojekê dê bi dawî bibin, dixe bin pirsê.
Her wiha, pirsa balkêş derdixe holê ka kîmyaya kûrahiya erdê çawa dikare hîn jî bandorê li paşeroja enerjiya cîhanê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse