Kîloya zîv bi 2 hezar û 877 dolaran e

26-02-2026
Nîşan Zîv Ons
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berê zîv dîsa ketiye bihabûnê û ons bi 89,51 dolaran e.

Li gorî vê yekê niha kîloya zîv bi 2 hezar û 877 dolaran e.

Doh êvarî bihayê onsa zîv gihiştibû 91,35 dolaran.

Niha zîv di asta herî bilind a meha borî de ye.

Sedema vê bilindbûna bihayê zîv, nediyariya di polîtîkayên bazirganî yên Amerîkayê û aloziyên jeopolîtîk in.

Zîv wekî "sitargeheke aram" e

Şarezayên aboriyê di wê baweriyê de ne ku zêdebûna daxwaza li ser madenên binirx a wekî "sitargeheke aram" a ji bo veberhênanê, di bilindmayîna bihayê zîv de rola sereke lîstiye.

Yek ji sedemên sereke yên bilindbûnê, daxuyaniyên nû yên rayedarên bazirganiyê yên Amerîkayê ne.

Nûnerê Bazirganiyê yê Amerîkayê Jamieson Greer diyar kir ku dibe rêjeya bacên gumrikê ji bo hinek welatan ji sedî 10an derxin ji sedî 15an yan jî zêdetir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya salane ya li Kongreyê de her çi qasî bi hûrgilî behsa planên xwe nekiribe jî amaje pê kir ku niyeteke wî tune ku ji polîtîkayên xwe yên bazirganiyê bi paş ve gavan bavêje.

Çav li Cenevreyê ne

Her wiha îro çav li bajarê Cenevreyê ne çimkî gereke nû ya dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de dest pê dike.

Vê yekê wiha kiriye ku veberhêner bi baldarî tevbigerin û ji bo parastina sermayeyên xwe zêdetir berê xwe bidin kirîna madenên binirx.

Li gorî pêşbîniyên bazarê, heta ku nediyariya di polîtîkayên aborî yên Washingtonê û aloziyên Rojhilata Navîn bidomin, dê bihayê zîv û zêr bilind bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst