Bitcoin bi çarlepkan li ber xwe dide

5 demjimêr berê
Nîşan Bitcoin Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bitcoina ku roj bi roj dihele îro zêdetirî 1000 dolarî biha bû û bi 65 hezar û 550 dolarî tê firotin.

Bi vê yekê re bihayê Bitcoinê di nava rojekê de nêzîkî ji sedî 2 zêde bû.

Çima bihayê wê zêde nabe?

Bihayê vî pereyê krîpto yê herî mezin ev çend hefte ne di navbera 60 û 70 hezar dolarî de ye.

Ji ber aloziyên jeopolîtîk û siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê, Bitcoin van demên dawiyê bi awayekî berbiçav biha nedibû.

Meha Çiriya Pêşîn a par, bihayê yek Bitcoinê bi ser 125 hezar dolaran ketibû.

Lê ji wê demê ve bihayê wê ber bi daketinê ve çûye.

Bitcoinê li gorî asta xwe ya herî bilind, heta niha ji sedî 47ê qîmetê xwe ji dest daye.

Îsal bi tenê, bihayê Bitcoinê ji sedî 26ê qîmetê xwe winda kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst