Stenbol (Rûdaw) - Piştî ku li bazarên cîhanî onseke zêr heta 3 hezar û 760 dolarî bilind bû, li Tirkiyeyê jî bihayê zêr ji nişka ve zêde bû.
Grama zêr rekor şikand û bû derdora 5 hezar û 200 lîreyên Tirkî.
Bihayê zêrê çaryek jî derket 8 hezar û 400 lîreyî.
Li Bazara Mezin a Stenbolê ku navenda zêrfiroşan e, kirîn û firotin ji ber bihabûnê kêm bûye.
Li gorî zêrfiroşan, bazara wan li gorî sala par ji sedî 50 daketiye.
Grama zêr ji destpêka sala 2025an ve li Tirkiyeyê ji sedî 60 bi qîmet bûye û di nava 10 salên dawî de jî li hemberî lîreyê Tirkî 43 qat bi nirxtir bûye.
Ji ber vê yekê kesên ku dizewicin û yên ku wekî diyarî zêr dibin dawetan, dikevin tengasiyeke mezin.
“Bazara me ji sedî 70 daketiye”
Zêrfiroşên li Bazara Mezin a Stenbolê ji Rûdawê re behsa rewşa bazarê kirin.
Zêrfiroş Tahsîn Baş anî ziman:
“Ev 30 sal in em li vê bazarê esnafiya zêr dikin.
Lê îsal ji ber ku zêr biha bûye, xelk nikare bikire.
Hêvî heye ku bihayê zêr dakeve lê ez wisa bawer nakim.
Li gorî min dê bihayê zêr hîn jî bilind bibe.”
Zêrfiroş Şabo Boyacî jî da zanîn:
“Bihabûna zêr dan û standina xelkê kêm kir.
Bêguman ev yek jî bandorê li bazara me dike û dibe sedema kêmbûna firotina me.
Mirov tenê ji bo sermiyanê ji xwe re zêr dikirin.
Li gorî sala par karê me heta ji sedî 60-70yan daketiye.
Jixwe li gorî cîhanê em zêr bihatir dikirin û difroşin. Ev jî bandorê li karê me dike.”
Zêrfiroş Mahmut Tosun jî got:
“Ez 50 sal in li vê bazarê me. Zêr carekê dakeve, pênc caran radibe.
Ev rewş jî bandorê li karê me dike, helbet. Lewma kar çênabe, pere nagere.”
Zêrfiroş Yasîn Atalak anî ziman:
“Ev 10 sal in ez li vir esnaf im. Zêr gelekî biha bûye.
Eger zêr erzan nebe milet jî nikare bikire.
Milet nikare daweta xwe bike. Dema dawet dibe jî nikarin zêr bikirin.”
Welatî çi dibêjin?
Welatiyên ku ji bo kirîn an firotina zêran çûbûn serdana bazarê jî ji bihayê bilind gazinan dikin.
Ceylana ku dixwest ji xwe re zêran bikire got:
“Zêr pir biha ye. Her tişt xuyaye jixwe.
Dema mirov zêr dikire pir dikeve tengasiyê.
Bi taybetî jî ji bo kesên ku dizewicin pir zor e.”
Yasemînê jî li ser bihayê zêr anî ziman:
“Zêr firiyaye. Em hatin zêrê xwe bifroşin.
Lewma min berê pir erzan standibû.
Niha jî ez dikevim kar û ji bo ku zêrê xwe bikim sermiyan difiroşim.”
Li aliyê din, li hemberî dolar, euro û zêr, lîreyê Tirkî jî her ku diçe bêqîmet dibe.
Meha Îlonê dolarek derdora 42 lîreyî û euroyek jî derdora 49 lîreyê Tirkî ye.
Li gorî pêşbîniya pisporan, grama zêr heta dawiya salê dê bigihêje derdora 5 hezar û 500 heta 5 hezar û 800 lîreyî.
Li gorî hin aborînasan jî, dibe ku grama zêr serê sala 2026an heta 6 hezar lîreyî jî bilind bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse