Zêr ber bi kû ve diçe? Dê bilind bibe yan bikeve?

09-09-2025
Omer Ehmed
Nîşan Zêr Aborî
A+ A-

Amarên ku dê vê hefteyê roja çarşem û pêncşemê li Amerîkayê li ser bihayê giştî û bihayê serfkaran bên eşkerekirin, tê çaverêkirin ku bandoreke mezin li ser siyaseta diravî ya Bankaya Navendî ya Amerîkayê (FED), nirxê dolar û bi vî awayî li ser bihayê zêr bikin.

Roja çarşemê, Endeksa Bihayê Hilberîner (PPI) ku bihayê kel û pelên ku ji aliyê kargehên Amerîkayê ve tên hilberandin nîşan dide, dê bê eşkerekirin. Roja pêncşemê jî amarên Endeksa Bihayê Serfkaran (CPI) ku bihayê kel û pelên serfkirina rojane nîşan dide, dê ji raya giştî re bên parvekirin.

Yanî di nava du rojên bê de dê guherînên di bihayên giştî û firotanê de bên eşkerekirin.

Guherînên bihayê li Amerîkayê girîng in ji ber ku dibe sedem ku Bankaya Navendî ya Amerîkayê di faîzên Bankayan de guherînan bike yan jî ti guherînan neke û wan wekî xwe bihêle.

Eger amarên ku dê bên eşkerekirin bilindbûna bihayan nîşan bidin, ev yek dibe sedem ku bihayê zêr dakeve. Ji ber ku FED dibe ku ji bo rê li ber bilindbûna ji nû ve ya enflasyonê bigire, biryara parastina rêjeyên faîzê yên heyî bide.

Li aliyê din, sedema sereke ya bilindbûna bihayê zêr di mehên dawî de, ji ber hêviya ku FED dê faîzan kêm bike bû.

Ji ber vê yekê, eger dane nîşana daketina bihayan bidin, îhtimala ku zêr rekoreke nû bişkîne û derkeve ser 3700 dolarî dê çêbibe.

Li gorî amarên ku dê bên eşkerekirin, senaryoyên ku zêr dikare di dema kurt (3-6 meh) û navîn (3-12 meh) de bişopîne wiha ne:

Senaryo

Bihayê Giştî (PPI)

Bihayê Serfkaran (CPI)

Bihayê Zêr (3-6 Meh)

Bihayê Zêr (3-12 Meh)

Bilindbûna Berbiçav

> ji sedî 0,5

> ji sedî 0,3

> 3700 $

> 4000$

Bilindbûna Navîn

ji sedî 0,2 - ji sedî 0,4

ji sedî 0,2 - ji sedî 0,3

3600-3700 $

3800-4000$

Hevsengiya Bihayê

ji sedî 0,2

ji sedî 0,2

3550-3600 $

3600-3800$

Daketina Navîn

< ji sedî 0,1

< ji sedî 0,1

3400-3500 $

3300-3500$

Daketina Berbiçav

< ji sedî 0

< ji sedî 0

3200-3400 $

3000-3200$

Rêjeya faîzê ya heyî ya FEDê di navbera ji sedî 4,25-ji sedî 4,50 de ye û îsal heta niha ti guherîn nehatiye kirin. Kêmkirina faîzê ya dawî meha Kanûna Pêşîn a sala borî pêk hatibû. Bank dê di 17ê vê mehê de biryareke nû ya faîzê eşkere bike. Hêviya giştî ya li piyaseyê ew e ku FED dê dest bi kêmkirina faîzan bike. Li gorî anketan, nêzîkî ji sedî 90ê veberhêneran li benda kêmkirina faîzê ya 25 pûanên bingehîn û ji sedî 10 jî li benda 50 pûanên bingehîn in.

Biryara kêmkirina faîzê, nirxê dolar û rêjeyên faîzê yên xezîneyên Amerîkayê kêm dike û bihayê zêr bilind dike. Ji ber vê yekê, amarên enflasyonê yên ku dê bên eşkerekirin, dê roleke diyarker li ser biryara faîzê ya FEDê ya 17ê mehê bilîzin.

Bank çi dibêjin?

Sazî û bankên darayî yên sereke yên cîhanê, derbarê bihayên zêr de pêşbîniyên cuda dikin. Dêwên wekî JP Morgan û Goldman Sachs li benda bilindbûneke zêdetir a bihayê zêr in; hin bankên din ên wekî Bank of America û Citibank jî pêşbîniya daketinê dikin.

Hêviyên Bankayan ji bo bihayê zêr ji bo dawiya îsal û nîvê yekem a sala bê:

Navê Bankayê

Dîroka Pêşbîniyê

3 Mehên Dawî yên Îsal

Nîvê Yekem a Sala Bê

JP Morgan

Meha 4an

3600-3750 $

3900-4200$

Goldman Sachs

Meha 9an

3600-3800 $

3900-4500$

UBS

Meha 8an

3500-3750 $

3600-3900$

Bank of America

Meha 3an

3000-3300 $

3350-3660$

Citibank

Meha 8an

3300-3500 $

2800-3300$

Citibank û Bank of America, ji bo zêr tabloyeke bi temamî neyînî xêz dikin. Bi taybetî Citibank, bawer dike ku bihayê zêr dikare di nîvê yekem a sala bê de heta 2800 dolarî dakeve û ev rewş tê wateya ku zêr dê nêzîkî ji sedî 30ê nirxê xwe yê heyî winda bike. Berevajî vê, Goldman Sachs pêşbînî dike ku bihayê zêr di heman serdemê de bigihîje 4500 dolarî.

Pisporên xwecihî çi dibêjin?

Yûnis Seîd Ehmedê ku bazirganê zêr e û li Dihokê kar dike û beşa aboriyê xwendiye, bawer dike ku eger bihayên serfkaran bi rêjeya ji sedî 0,2 jî bilind bibin, dê FED faîzan wekî xwe bihêle.

Ehmed dibêje, "Eger bihayên serfkaran bikevin bin hêviya ji sedî 0,3yan, îhtimala ku FED di civîna 17ê mehê de faîzê bi rêjeya ji sedî 0,50 kêm bike heye. Di vê senaryoyê de, em texmîn dikin ku bihayê zêr dê derkeve ser 3700 dolarî."

Mijareke din a girîng a ku dikare bandoreke xurt li ser bihayê zêr bike, serxwebûna FEDê ye. Nakokiyên di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê FEDê Jerome Powell de, bi taybetî eger Powell ji kar bê avêtin, dikare bandoreke nedîtî biafirîne ku bihayê zêr heta 5000 dolarî bilind bike.

Sedema vê yekê ew e ku ji kar avêtina serokê FEDê dê li seranserê cîhanê baweriya bi dolarê Amerîkî bihejîne û bibe sedema daketineke cidî ya nirxê dolar. Windakirina serxwebûna FEDê, ne tenê zêr, dê aboriya cîhanî jî bixe nav şokeke mezin.

Pêşniyar

Bi berçavgirtina guherînên bilez ên di bihayên zêr de, ji veberhêneran re tê pêşniyarkirin ku rêbazeke naskirî û kevneşopî ya kirîna pileyî bi kar bînin.

Wekî mînak, ji bo veberhênerekî ku plan dike bi nirxê 10 hezar an 100 hezar dolarî zêr bikire, mentiqîtir e ku li şûna ku vê kirînê bi carekê bike, di nav heyama 6 mehan de pereyê xwe perçe perçe bi kar bîne. Bi vî awayî, eger bihayên zêr di demek kurt de daketineke berbiçav bibînin jî, bi saya lêçûna navîn îhtimala ku di demek dirêj de qezenc bike zêde dibe.

Rêyeke din a kêmkirina rîskên di veberhênana zêr de ew e ku li şûna zêrê fîzîkî, pişkên fonên zêr ên ku li hemberî şokên bihayê yên di piyaseyên darayî de berxwedêrtir in, bikirin. Ev fon dikarin sermayeya veberhêneran bi awayekî mezin biparêzin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e