HKN Energyê li ser petrola Herêma Kurdistanê daxuyanî da

26-09-2025
Nîşan HKN Energy Petrol Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya HKN Energyê rêkeftina ji bo destpêkirina jinûve ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê erênî pêşwazî kir.

Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Firotina Petrola Îraqê (SOMO) Elî Nizar ragihand ku sibe (27ê Îlonê) saet 06:00ê sibehê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê dike.

HKN Energyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û pesnê serkirdayetiya serokwezîrên Îraq û Herêma Kurdistanê da.

HKN Energyê her wiha hinek bendên rêkeftinê yên derbarê mesref û tezmînatan de zelal kirin.

HKN Energyê ji bo "serkirdayetiya wî ya bibiryar a ku ev pêngava girîng pêkan kir" pesnê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî da.

Her wiha hat gotin, "Em spasiya rola jiyanî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin ku hevkarî û biryardariya wî ya domdar ji bo gihîştina vê rêkeftinê bingehîn bû.

Em bi taybetî spasiya Serokê Dîwana Serokwezîr Sûdanî û Serokê Dîwana Serokwezîr Barzanî dikin ji ber pêşengiya wan a di dan û standinên berhemdar ên van çend mehên dawî de."

"Gaveke jiyanî ye"

Alîkarê Serokê HKN Energyê Matthew Zais di daxuyaniyê de got:

“Vebûna ji nû ve ya Boriya Îraq-Tirkiyeyê gaveke jiyanî ye ji bo Îraq, Herêma Kurdistanê û veberhênerên navneteweyî.

Em spasiya serkirdayetiya ku ji aliyê Serokwezîr Sûdanî û Serokwezîr Barzanî ve hat nîşandan û ji bo piştgiriya krîtîk a Hikûmeta Amerîkayê dikin.

Ev rêkeftin rêyeke demkî ya girîng ji bo paşerojê peyda dike û em pêbendî bicihanîna tam dimînin ku aramî û bextewariyê ji bo hemû aliyan misoger dike.”

Hûrgiliyên darayî yên rêkeftinê

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku hemû aliyan li ser şêwirmendekî serbixwe yê naskirî yê navneteweyî li hev kiriye ku dê hebûn, binesazî, kalîteya petrolê û hecman binirxîne da ku tezmînata giştî ya guncav ji bo Kompanyayên Petrolê yên Navneteweyî (IOC) li hemberî mîqdarên ku li gorî peymanên bazirganî yên heyî divê werin dayîn piştrast bike.

Li gorî HKN Energyê tezmînateke demkî li ser bingeha dayîna 16 dolaran ji bo her bermîleke ku ji Kurdistanê tê hinardekirin hatiye danîn (ji bo vegirtina lêçûnên hilberîn û veguhastinê).

Hat diyarkirin ku ev mîqdar dê bi tevahî ji kompanyayên petrolê re bên veqetandin û tê payîn ku nêzîkî bihayê heyî yê firotina navxweyî be.

Kompanyayê da zanîn ku dê paşê li ser bingeha xebata şêwirmend sererastkirinek were kirin û ew bawer dikin ku ev yek dê ji bo para HKN Energyê bihayekî li gorî bazara hinardeyê derxe holê.

"Ev rêkeftin pêngaveke demkî ye"

Di dawiya daxuyaniyê de hat teqezkirin ku "Ev rêkeftin pêngaveke demkî ye" û bicihanîna tam a wê dê "kilîla misogerkirina aramiya demdirêj a hinardeyê û bextewariya hem Îraq û hem jî Herêma Kurdistanê be."

HKN Energyê her wiha teqez kir ku ew pêbendî xebata bi hemû aliyan re dimîne da ku ev armanc bên bidesxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst