Kîloya zîv bi 1671 dolaran e

27-11-2025
Nîşan Zîv Ons Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zîv daket bin 53 dolaran û ons bi 52 dolar û 80 sentan hat firotin.

Kîloya zîv jî bi hezar û 671 dolaran e.

Doh êvarê bihayê onsa zîv gihiştibû 53 dolar û 43 sentan ku ev nêzîkî asta herî bilind a dîrokî ye.

Ev bilindbûn li gel zêdebûna pêşbîniyên kêmkirina rêjeya faîzê ya meha bê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve hevdem e.

Niha bazar bi rêjeya ji sedî 85 pêşbînî dikin ku meha bê rêjeya faîzê ji sedî 0,25 were kêmkirin.

Divê were gotin ku ev îhtimal hefteyek berê tenê nêzîkî ji sedî 50î bû.

Her wiha tê pêşbînîkirin ku heta dawiya sala pêşiya me jî sê carên din rêjeya faîzê were kêmkirin.

Ev pêşbînî piştî belavbûna raporên ku didin zanîn Birêvebirê Encumena Aborî ya Niştimanî ya Koşka Spî Kevin Hassett namzedê herî bihêz e ji bo wergirtina posta Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê, xurttir bûn.

Weberhêner vê hilbijartinê wekî pêngavekê dibînin ku li gel xwesteka Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo kêmkirina rêjeya faîzê hevaheng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst