Hewlêr (Rûdaw) - Kiryarên Bulgarî û Yunanê, ji bo sûdê ji nizimbûna bihayê lîre werbigrin, hatine bajarê Edirne yê Tirkiyê ku li ser sînor e. Piştî pereyên xwe diguherin û dikin lîre, diçin bazar û molan û bi destê tejî diyarî û kelûpel vedigerin.
Hatice Ahmedova, geştyareka Bulgarî ku serdana bazara bajarê Edirneyê kiriye dibêje, “Berê sibehê demjimêr sisê, sisê û nîv bi otobûsê ketin rê. Em grûpeke biçûk in, bi hev re di sînor re derbas bûn. Divabû li ser sînor çaverê bikin, lê karûbar gelekî bilez birêve diçin. Em hatin Edirneyê, me li ofîsa diravan pereyên xwe hûrkirin. Min 200 Lev guherî kir 1150 lîre, ev bo me gelekî baş e.”
Gulfiye Osinova jî geştyareka Bulgarî ye, ew jî dibêje, “Evder bo bazarkirinê maqûltir e. Bo serê salê çi jib om re pêwîst be bo zarok û neviyên xwe dikirim. Cil û xorakê dikirim. Li Bulgarya bihayê tiştan gelekî ji vê derê girantir e. Eger ji min bipirsî te çiqas Lev guhertiye, 500 Lev, têra me hemûyan dike.”
Li Tirkiyê enflasyona fermî di ser ji sedî 21 re ye. Bilindbûna asta enflasyonê bandor li bihayê xorak, sotemenî û kelûpelan bi giştî kiriye û hêza kirînê ya xelkê wî welatî lawaz kiriye. Lîreyê Tirkî îsal zêdeyî ji sedî 60 bihayê xwe ji dest da. Herçiqas piştî 20ê vê mehê heta astekê bihayê lîre bilind bûye, lê heta niha jî bazarên Tirkiyê bo kiryar û geştyarên biyanî bale dikşînin.
Geştyara Yunanî, Esra Molla jî dibêje, “Ez ji Gulumcuya Yunanê hatime, min li vê derê 100 euro guhertiye û min ji xwe û malbata xwe re diyarî kirîn. Gelekî kêfxweş im.”
Di vê krîza aborî de ku bestika Tirkiyê girtiye, hatina wan kiryarên zêde esnaf û dikandar kêfxweş kirine.
Bulent Reisoglu, Serokê Kooperatîfa Bazara Ulusê ya Edîrneyê amaje bi zêdebûna hejmara geştyarên biyanî dike û wiha dibêje, “Hejmara wan geştyarên biyanî yên ku bo bazarkirinê tên çar qat e. Otopark tejî otomobîlên biyanî ne. Zehmet e bikaribî tabloya otomobîlên Stenbol û Edirneyê bibînî. Hemû Bulgarî ne. Ji xwe û me re bazarê dikin, ji yek tişt 5-10 heban dikirin. An difroşin, an jî bi fikra careke din ev derfet ji wan re çênabe, bazarê dikin.”
Herçiqas serokkomar û karbidestên hikûmeta Tirkiyê piştî bilindbûna bihayê lîre li beramber diravên biyanî banga daxistina bihayê xorak û kelûpelan dikin, lê tiştek nayê dîtin ku kiryarên Tirkiyê wiha bi asanî cihê kiryarên biyanî bigre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse